Ticker

10/recent/ticker-posts

DAIŞ’ê serê pêşmergeyekî jêkirin

Çeteyên ku tê texmînkirin çeteyên DAIŞ’ê bin, li nêzîkî parêzgeha Kerkuk du pêşmergeyan revandin. Danê siharê cenazeyê pêşmergeyek ku serê wî hatibû jêkirin, hate dîtin.


Çavkaniyek ji polîsên Kerkukê ji Rojnews’ê re ragihand ku şeva borî çend çeteyên ne nas li nêzîkî bîrên neftê yên Cebel Borî yên li sînorê parêzgeha Kerkukê du pêşmerge revandine. Heman çavkaniyê ragihand ku îro danê siharê cenazeyê yek ji wan bi awayek serjêkirî hatiye dîtin.

Li gorî heman çavkaniyê pêşmergeyê din yê ku hatî revandin heta niha aqûbeta wî ne diyare û hewlên ji bo dîtina wî berdewamin. Çavkaniyê da zanîn ku ew texmîn dikin bûyer ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve pêkhatibe.

Li gorî agahiyên hatîn bi destxistin pêşmergeyê ku cenazeyê wî hatî dîtin bi navê Elî Kake Ebdula Rezaye (39) û serjêkirine. Pêşmergeyê din yên ku hatî revandin bi navê Aram Hadiye û heta niha jî ti agahî jê nehatiye girtin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar