Ticker

10/recent/ticker-posts

Balefirek keşfê li ser Mexmûrê bê navber digere

Li ser wargeha penaberan a Mexmûrê ji danê sibehê ve balefirek keşfê bê navber digere.


Li gorî agahiyên ji nûçegihanê me hatine standin, li ser wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji danê sibehê ve bê navber balefirek bê mirov ku nayê zanîn ya kîjan welatiye digere.

Hêjayî gotinê ye ku di 5’ê Tîrmeha 2022’an de balafirek bê mirov û bi çek ya dewleta Tirk a dagirker di nava wargeha penaberan a Mexmûrê de malek kiribû hedef û di encamê de birîndar û ziyanên madî çêbibûn.


Yorum Gönder

0 Yorumlar