Pêngava 15'ê Tebaxê ku li Kurdistanê hişyariyeke nû bi xwe re anî, di nava şert û mercên giran û nebûna derfetan de ji aliyê kadroyên PKK'ê ve hate kirin. Me panoramaya bûyerên berî û piştî 15'ê Tebaxa 1984'an ji bo we berhev kir.
Bi damezrandina Komara Tirkiyeyê re li dijî gelê Kurd konsepta înkar û îmhayê li dijî gelê Kurd kete meriyetê. Di serî de raperînên Şêx Seîd, Agirî, Koçgirî û Dersimê, serhildanên Kurdan hemû bi kuştinê hatin tepisandin. Raperînên Kurdan hemû jî ji bilî herêma xwe bandoreke berfireh li derdorê nekir, di asteke neteweyî de nebû raperîneke rêxistinbûyî. Bi destpêkirina serdema duyemîn a sedsala 20'î re hêzên mêtinger êdî ji xwe bawer bûn; 'Kurdistan a xeyalî' ya binaxkirî wê êdî rû neda. Lê belê piştî ku komek ji xwendekaran a bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di salên 1970'î de derketin ser dika dîrokê, hêviya azadiyê ya gelê Kurd ji nû ve şîn kirin.
Koma ku 27'ê Mijdara 1978'an li gundê Fîsê yê navçeya Licê ya Amedê bi navê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bû partî, li dijî êrîşên çekdarî meyla xwe bir ser biçekbûnê ji bo xweparastinê. Di 18'ê Gulana 1977'an ji kadroyên pêşeng ên komê Hakî Karer ji aliyê kontrayan ve hate qetilkirin. Ji bo hilanîna tola Karer, endamên komê yekemcar di asteke cidî de rahiştin çekê û ev rêbaz di çalakiyên dijî faşîstan de, her wiha di navbera salên 1978-1980'î de bi berxwedana li Hîlwan û Sêweregê veguherî rêbazeke bivê nevê ya berxwedanê.
Ji bo têkoşîna çekdarî bibe şerekî profesyonel ê gerîla û veguhere artêşeke neteweyî, kadroyên tevgera PKK'ê gava destpêkê piştî havîna 1979'an li qada Fîlîstîn-Lubnanê avêtin. Piştî perwerdeya gerîla ya li vê derê, berpirsyarê leşkerî Yê tevgerê Kemal Pîr vegeriya Bakurê Kurdistanê. Lê belê piştî payîza 1980'î Kemal Pîr dîl kete destê dewleta Tirk. Her wiha cûntaya faşîst a 12'ê Îlona 1980'î destpê kir ku ev hemû bûn sedema dereng ketina têkoşîna çekdarî.
PÊVAJOYA KU BI KONGREYA 2'EMÎN RE DESTPÊ KIR
Kadro û milîtanên PKK'ê ku di vê pêvajoyê de derketin qada Rojhilata Navîn, ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve diwarê îdeolojîk, siyasî û leşkerî de hatin perwerdekirin. Piştî kongreya 2'emîn a ku havîna 1982'an ji aliyê PKK'ê ve hate lidarxistin, bi Îlona heman mehê re komên ku dest bi têkoşîna çekdarî bikin ji bo li kampên amadekariyê yên li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bi cih bibin, bi rê ketin.
'Vegera li welêt' êdî gelek zehmet dibû. Di 24'ê Mijdara 1982'an de li ser rêya vegera li Kurdistanê, ji koma bi pêşengiya Şahîn Kilavûz 8 şervan li ber ava Çemê Hêzilê ketin û şehîd bûn. Piştî vê rêwîtiya zor û zehmet ber bi dawiya sala 1982'an komên gerîla gihîştin cihê xwe û li herdu aliyên qiraxa çemê Zapê li nava tehtan kamp çêkirin.
ŞEHADETA MEHMET KARASÛNGÛR
Di Nîsana 1983'an de rêveberiya pratîkê ya PKK'ê ku li Lolanê bû, ji bo nirxandina mijara rêxistiniya berxwedana civakî û leşkerî ya li dijî rejîma 12'ê Îlonê li hev civiya. Pirsa herî girîng ev bû: Têkoşîna çekdarî wê çawa, kengî û li ku derê bê destpêkirin? Biryar hate dayin ku ji Zagros, Botan û Serhedê li qadeke berfireh a li sînor yekîneya amadekariyê bê wezîfedarkirin û ji bo vê kar destpê kir. Li gorî fermandarên gerîla beriya her tiştî divê ji Şirnex, Dihê, Baykan, Hezro heta Sasonê xeteke gerîla bê avakirin.
Wê demê ku bi derfetên gelekî kêm û şert û mercên gelekî giran amadekariyên pêvajoya şerê gerîla destpê kir, li bûyereke neyînî li benda PKK'ê bû. Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê û Berpirsyarê Komîteya Leşkerî ya Navendî Mehmet Karasûngûr ji bo hevdîtina bi rêxistinên Başûrê Kurdistanê çû Qendîlê, lê li kampa Partiya Komunîst a Iraqê tevî hevrêyê xwe Îbrahîm Bîlgîn şehîd ket. Karasûngûn yek ji wan kesan bû ku beriya sala 1980'î berxwedana Hîlwan-Sêweregê bi rêxistin kir, lewma şehadeta wî berxwedana çekdarî ya ku diviyabû havîna 1983'an destpê bikira, dereng xist.
DAMEZRANDINA HRK'Ê Û AMADEKARIYÊN DAWÎ
Komîteya Navendî ku di destpêka sala 1984'an de ji aliyê Kongreya 2'emîn a PKK'ê ve hate hilbijartin û ji bo salekê xwe kir 'Komîteya Amadekar a Navendî' civîna xwe ya duyemîn li Şamê pêk anî. Di vê civînê de ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 7 endamên Komîteya Navendî lê amade bûn, biryar hate dayin ku li dijî tasfiyekariya li ser tevgerê tê ferzkirin, divê têkoşîna azadiyê bê mezinkirin û berxwedana gerîla tavilê bê destpêkirin.
Nîsana heman salê li qada Çiyayê Reş a li Zapê bi beşdariya 150 kadroyên PKK'ê civîneke berfireh hate lidarxistin. Di vê kombûnê de ku di asta konferansê de bû, encamên civîna Komîteya Navendî hatin ragihandin û biryar hate dayin ku li Qilaban û Çelê têkoşîna çekdarî bê kirin, ji bo vê jî di nava kadroyan de wezîfe hate diyarkirin. Lê belê li Çelê hewldan têrker nebû. Li ser vê yekê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kete dewrê û perspektîfeke berfireh a têkoşîn û rêxistinbûnê ji hêzên gerîla re şand.
Li ser bingeha perspektîfa Abdullah Ocalan 6 endamên Komîteya Navendî ya PKK'ê li herêma Xinêrê di 16-18'ê Hezîrana 1984'an de li hev kom bûn. Di vê civînê de biryara damezrandina Hêzên Rizgariya Kurdistanê (HRK) hate dayin ku wê şerê gerîla bi rêxistin bikira. Biryarên ku wê demê li çiyayên Kurdistanê ji aliyê 6 kadroyên pêşeng ên PKK'ê ve hatin wergirtin, meha Tîrmehê li qada Şikefta Birîndara ji hêza berfireh a kadro re hatin ragihandin.
Di wê civîna dîrokî de ya li Şikefta Birîndara, belavoka damezrandina HRK'ê hate amadekirin û cih û dema çalakiyan hate diyarkirin. Li gorî vê yekê di 15'ê Tebaxa 1984'an de wê bi hevdemî biavêtina ser navçeyên Dihê, Şemzînan û Şaxê. Bi van çalakiyan re wê damezrandina HRK'ê bihata ragihandin. Ji van çalakiyan Yekîneya Propagandaya Çekdarî ya 14'ê Tîrmehê bi fermandariya Mahsûm Korkmaz (Egîd) biavêta ser navçeya Dihê ya Sêrtê, Yekîneya Propagandaya Çekdarî ya 21'ê Adarê ya bi fermandariya Abdûllah Ekîncî (Alî yê bi berçavk) biavêta ser navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê. Li navçeya Şaxê ya Wanê jî wê rojê wê çalakî nehatibûya lidarxistin. (Yekîneyeke gerîla ya bi fermandariya Egîd wê karê li Şaxê nîvco mayî piştî salekê di salvegera Berxwedana 14'ê Tîrmehê de temam bikira, biavêta ser vê navçeyê û dewleta Tirk şoq bikira.)
BERXWEDANA LI DIHÊ YA BI 29 ŞERVANAN
Bi meha Tîrmeha 1984'an re komên gerîla ber bi navçeyên Bakurê Kurdistanê ve bi rê ketin. Wezîfeya herî zehmet a koma Dihê bû. Fermandarê komê Egîd di 'rapora nirxandina çalakiyê' de bi vî rengî qala zor û zehmetiyan kir: "Li navenda navçeyê me mirovekî bi tenê jî nedît ku karibin îstîxbaratê jê werbigirin. Gelek ji gundiyan xerîbê têkoşîna me bûn."
Fermandar Egîd tevî koma çalakiyê li ser maketa Dihê prova kir û keşfa dawî ya ji bo serdegirtinê di 13'ê Tebaxê de girt. Heta kêliya çalakiyê jî gelek kesên di nava komê de nizanî bûn ku wê êrîşî ku derê bikin. Kom bi berbanga sibeha 15'ê Tebaxê re gihîşt nuqteya hatiye diyarkirin. Li cografya Kurdistanê hîn jî bêdengiyeke mezin hebû. Bi berbanga sibehê re Egîd nuqteyeke dûr weke hedef nîşan da. Komê bi dûrbînê ew navçeya biçûk lêkolîn kir. Dihê bi 3 kîlometreyan dûr bû.
Ji bo çalakiyê detayên herî biçûk jî hatibûn hesabkirin, her wiha 'Plana B' jî hatibû amadekirin. Eger plan bi ser neketibûya endamên komê wê hewl bidan li quntara çiyayê Çiravê li nuqteya kombûnê li hev biciviyan, yên gihîştin vê derê herî zêde saet û nîvekê bisekiniyan, piştre jî xwe vekişandina baregehên xwe. Ji bo vê çalakiyê ku bi beşdariya 4 milîs û 25 şervanan pêk hat, fermandar Egîd wezîfe bi vî rengî parve kiribû:
Koma Êrîşê: Erdal, Selim, Şiyar, Fikret, Musa, Haydar, Azad, Ferhan.
Koma RBC: Haşim, Baran, Keleş (mîlîs).
Koma Parastinê: Kazim, ÎbrahÎm (mîlîs).
Fermandar: Egîd û bikarhênerê dîktîryofê Serdar.
Koma biavêje ser gazîno û lojmanên fermandar: Bedran, Bijî, Kerîm.
Koma li mizgeftê biaxive: Tevfîk, Omer Şoreş.
Koma belavok, pankart û şêlandinê: Botan, Cengo, Bozan.
Koma rêya Dihê-Sêrtê bigire: Haci, Xelîl, Salih.
Koma rêya Dihê-Şirnexê bigire: Alî, Cûma, Halîl (her sê jî mîlîs).
Êvara 15'ê Tebaxa 1984'an re saet di 19:30'î de kom bi rê ket. Saet derdora 21:00 kom kete nava Dihê û bi sê baskan belav bû. Piştî çend deqeyan dengê fîşeka destpêkê hate bihîstin. Fîşeka destpêkê li kulûbeyên nobedarên li pêşiya qereqola jendermeyan hate xistin. Roket li jorê yekîneyê ket û piştî çend deqeyan avahiya leşkerî ya ji du qatan kete destê komê. Leşker ketibûn nava panîkê. Di vê navberê de 'baskê êrîşê yê bingehîn' jî avêt ser gazînoya efseran.
Ji hoparlora mizgeftê belavoko hate xwendin û damezrandina 'Artêşa Rizgariya Kurdistanê' (HRK) hate ragihandin. Gerîlayên ku navçe bi dest xistin berê xwe dan sembolên rejîmad ewleta Tirk. Avahiya postaxaneyê, banka xera kirin, taksiya fermandar û cemseke leşkerî şewitandin. Ber bi nîvê şevê ve alavên leşkerî yên desteserkirin bi wesayitekê ji Dihê birin. Dema ku gihîştin ber pira li derveyî navçeyê, bar li sê hêstiran kirin. 3 rojan piştî rêwîtiyeke dirêj di 18'ê Tebaxê de kom gihîşt baregehên xwe.
SERDEGIRTINA ŞEMZÎNANÊ Û FERMANDARÊ WÊ ALÎ YÊ BI BERÇAVK
Di heman demê de li Şemzînanê jî serdegirtin pêk hat. Berevajî Dihê li Şemzînanê bi hêzên dewleta Tirk re şerekî giran qewimî. Gerîlayên bi fermandariya Alî yê bi berçav êrîşî qereqolê û lojmanên leşkerî kirin, kirin ku ji artêşa Tirk gelek leşker bêne kuştin. Li gel şerê giran jî yekîneya gerîla ya li Şemzînanê belavok belav kir û tevlî pêvajoya ragihandina damezrandina HRK'ê bûn.
72 SAET DEM DAN, LÊ BÛ 38 SAL...
Pêngava PKK'ê mîna erdhejê Enqere hejand. Dewleta Tirk her çend hewl da ku serdegirtinên li Dihê û Şemzînanê veşêre jî ev nûçe ji kêliya destpêkê ve kete rojeva sereke ya medya cîhanê. Yên ku destpêkê 15'ê Tebaxê ragihandin BBC, Radyoya Dengê Emerîka û Radyoya Îranê bûn. Medya Ewropayê jî bi vî sernavî ragihand: "Taktîk û stratejiya gerîlayên Emerîkaya Başûr dipejirînin", "Hate qedexekirin ku çapemeniya Tirk nûçeyan çêbike", "Êrîşên surprîz, dibe ku karê milîtanên PKK'ê be ku bi navê Apoyî têne naskirin", "Nêta wan ew e ku dewleteke serbixwe sosyalîst ava bike ku paytexta wê Amed be" û "Qada çiyayî hildibijêrin ku ji bo şerê gerîla guncaw e."
Medya Tirk jî Pêngava 15'ê Tebaxê tenê di 18'ê Tebaxa 1984'an de xiste rojeva xwe. Rojnameya Mîlliyetê di rûpelên xwe yên navîn de nûçeyeke kurt bi sernavê "Cihêkaran avêtin ser du qereqolên jendermeyan û êrîşî gazînoyeke efseran kirin." Rojnameya Hurriyetê jî bi sernavê "Li terorîstan tê gerîn ku li Dihê û Şemzînanê hewl dan çalakiyê bikin" û bûyerên 15'ê Tebaxê qewimîn, hewl da ku sansur bike.
Nûçeyên dişibin hev ku mîna ku ji navendekê hatine amadekirin, dihatin weşandin. Lîderê rejîma 12'ê Îlonê Kenan Evren ferman da û got, "Terorîstên ku çek li dewletê kişandine divê tavilê bêne girtin û radestî pençeyê ji hesin ê edaleta Tirk bêne kirin." Evren ji bo vê jî 72 saet dem da û got, "Eşqiya wê dersê werbigirin." Ji wan hebû aqûbeta vê berxwedanê ya ku weke 'Raperîna Kurd a 29'an a dîroka komarê' dihate pênasekirin, wê ji yên beriya xwe ne cudatir be.
Îmhakirina Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li aliyekî, fîşekên ku 15'ê Tebaxa 1984'an hatin teqandin destpêkê li Botanê piştre jî li tevahiya Kurdistanê hişyarbûneke nû bi xwe re anî. Ev hişyarbûn piştî çend salan hema hema li her bajarî, navçe, bajarok, gundî jin û mêr ên ji her mezheb û olê tevlî xwe kir û bû artêşeke gerîla.
Di ser '72 saet' dema ku dewleta Tirk diyar kiribû re 38 sal derbas bûn. Di sala 1984'an de ku yek ji salên herî tarî yên Kurdistanê bû, komek ji şervanên azadiyê li cografyayeke ku qet hêvî lê xuya nedikir bûn navê hêvî û serketinê.
0 Yorumlar