Ticker

10/recent/ticker-posts

Bê navber balafirek a keşfê li ser Mexmûrê digere

Balafirek keşfê ji danê siharê ve bê navber li ser wargeha penaberan ya Mexmûrê digere.


Li gorî agahiyên hatine bides xistin, balafirek keşfê ku nayê zanîn ya kêye, ji danê siharê ve bi nizmî û bê navber li ser asîmanê wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) digere.

Hêjayî gotinê ye herî dawî balafira keşfê ya bi çek a dewleta Tirk a dagirker, di nava wargehê de malek kiribû hedef. Di êrişê de gelek welatî bêhna wan teng bibû û rakiribûn nexweşxaneyê.

Yorum Gönder

0 Yorumlar