Hêzên Rizgariya Efrînê di çalakiyên bersivdayînê yên li Ezaz, Bab û Şerayê yên li dijî leşkerên Tirk ên dagirker li darxistin de 6 leşkerên dagirker ceza kirin û 11 leşkerên dagirker jî birîndarbûn.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê encamên
çalakiyên bersivdayînê yên hêzên wan ên di 5, 6 û 7`ê Tebaxê de li herêmên Bab,
Ezaz û Şerayê li dijî artêşa Tirk a dagirker li dar xistine, eşkere kir.
Daxuyaniya HRE`yê wiha ye:
“Li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker ku her roj li hember
heremên me li dar dixe, di rojên 5, 6 û 7`ê Tebaxê de, li herêmên Bab, Şera û
Ezazê ji aliyê hêzên me ve çalakiyên bersivdayînê hatin lidarxistin. Di vê
çarçoveyê de;
Di roja 5’ê Tebaxê de, li herêma Babê, di baregehek artêşa
Tirk a dagirker de kamerayek mobese û termalek hat îmhakirin.
Di roja 6’ê Tebaxê de, li gundê Enabkê yê girêdayî navçeya
Şera, li hember baregeha artêşa Tirk a dagirker çalakiyek hat li darxistin. Di
encama vê çalakiyê de 3 leşkerên dagirker hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar
bûn. Her wiha di vê çalakiyê de tankek û 3 obîs hatin derbkirin.
Di roja 7’ê Tebaxê de, li gundê Kil Cibrîn yê girêdayî
bajarokê Ezazê, li hember baregeha artêşa Tirk a dagirker çalakiyek hat
lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 1 ji wan fermandar 3 leşkerên dagirker
hatin kuştin, 7 leşker jî birîndar bûn. Her wiha depoya cebilxaneya baregehê
hat îmhakirin.
Di encama van çalakiyên 3 rojan de bi giştî yek ji wan
fermandar 6 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin, 11 leşker jî birîndar
bûn.”
0 Yorumlar