Endama Meclîsa Îşatar Sebrê Îşlek diyar kir ku beriya 15’ê Tebaxê li Kurdistanê jin ne xwedî ti mafan bû û wiha got: “Li Kurdistan û cîhanê hem wek giştî hem jî wek jin em hatin naskirin. 15’ê Tebaxê bû cejna jinên Kurdistan û cîhanê. Ji ber ku bi 15’ê Tebaxê re jin rabûn.”
JIYAN PÎRAN - ROJEV
Beriya têkoşîna azadiyê ya li Kurdistanê, desthilatdariya
dijmin gihiştibû asta herî jor. Di nava vê desthildariyê de ya ku herî zêde
dihat cewisandin û tinekirin jî jîn bû. Her ku qirkirin li ser jinê zêde dibû
jinê jî di nava koledariya heyî de xwe tengtir û zeyftir kir. Bi derketina
Tevgera azadiya Kurdistanê re hem desthilatdariya li ser gelê Kurd û hem ji ya li
ser jina Kurd hat şikandin. Êdî jina Kurd rêxistinbûyîna xwe û artêşbûyîna xwe
li Kurdistanê avakir.
Têkildarî guhertin û veguhertinên ku têkoşîna azadiyê di
jiyana jinê de dayî çêkirin Endama Meclîsa Îştar, Sebrê Îşlek ji rojnameya me
re axivî û got: “Bi gulleya yekemîn ya 15’ê Tebaxê re jina kole û zilamê kole
hate kuştin. Bi hezaran jin ji bo azadî, hebûn û xwebûna xwe berê xwe dan
çiyayên azad.”
‘Beriya 15’ê Tebaxê ti mafê jinê nebû’
Sebrê Îşlek di destpêkê de Cejna Vejînê li Rêbertî,
gerîlayên azadiya Kurdistanê û gelê Kurd pîroz kir û got: “Beriya Cejna Vejîna li
Kurdistanê hem mêr hem jin kole bû. Ti rê û rêbazê azadiyê jî tine bû. Mêr
koleyê dewletê, jin jî koleyê mêr bû. Ti hebûnek ya jinê nebû, tenê peyva ‘Jin’
hebû. Ne dikarî xwe bi parêze, ne jî dikarî xwe nasbike tenê xizmet ji mêr, mal
û zarokên xwe re dikir. Ji wê zêdetir kesê ku bikaribe rê û rêbazê azadiya jin lêpirsîn
bike jî tine bû. Di civakê de jin bi koletiyê hatibû xistin. Jin hatiban darvekirin
jî divê jinê dengê xwe dernexistinba. Jina ku serê xwe li hember van jî radikir,
di civakê de dihatin tepisandin. Hemû êriş li ser bendena jinê bû. Beriya 15’ê
Tebaxê ti mafê jinê nebû. Jinên wê demê di siyasetê de jî cih digirtin, bi
fikrê zilam û daxwazê wan tevger dikirin. Meseleyek Kurdî heye dibêje; ‘Dema
çend jin hatin kêleka hev divê hun ji wan bi tirsin’ Ji ber ku azadiya xwe
difikirin. Ji bo wê mêran ne dihêlan jin li hev kom bibin.”
‘Çawa gulek ji nûve şîn dibe
Kurd jî ji nûve şîn bû’
Îşlek di berdewama axaftina xwe de balkişand li ser şerê
çekdarî yê di 15’ê Tebaxa 1984’an de li Erûhê hatî destpêkirin û bi wê têkoşînê
re çawan zincîra koletiyê ya li ser jin hat şikandin û wiha pêde çû: “Bi guleya yekemîn ya 15’ê Tebaxê re jina kole û mêrê kole
hat kuştin. Bi hezaran jin ji bo azadî, fikir, hebûn û xwebûna xwe berê xwedan
çiyayên azad. Bi şerê dayî meşandin jina kole kuştin. Bi 15’ê Tebaxê ne tenê
Kurdistan, cîhan giştî guhert. 15’ê Tebaxê, Cejna Vejîna gelê Kurd e. Ji ber ku
Kurdên çavtirsandî, jina kole û mêrê kole serî rakirin. Çawa gulek ji nûve şîn dibe
Kurd jî ji nûve şîn bûn. Bi fikir û felesefeya Rêbertî, jinan xwe perwerdekir û
xwe kir hêz. Êdî partiya jinan hatiye avakirin û bûye partiya jinên azad. Ger
îro jinek dikare rêvberiya meclisê bike ew jî bi saya vê têkoşîna îro tê kirin
û saya şehîdên jin hatiye bidestxistin. Ger îro jinek dikare partiyekê bi rêvebibe
bi saya fikrê Rêbertî û şehîdan hatî dayîn e. Jin êdî tê gihiştiye di meclîs,
komîn û hemû saziyan de cihê xwe digre. Kurdistan bi jinê re ser dikeve. Cihê ku
şopa lingê jinê lêketî ew cih azad dibe, ji bo wê dibêjin kevneşopiya jinê
biparêzin. Bi saya têkoşîna li Şengalê hatî meşandin îro jin dikare li wir xwe
rêxistin bike û di nava saziyan de xebatê bide meşandin. Sedema herî girîng û
sereke ya ku em dikarin hem xwe perwerde bikin û hem ji jinê derdora xwe
perwerde bikin fikrê Rêber Apo ye. Ger Rêber Apo girîngî bi jin û mafê jinê
nedaba wê jin îro ne kariban têkoşînê ji bo xwe bike. Ne tenê jinên Kurd, bi
hezaran jinên biyanî jî li pey fikir û felsefeya Rêber Apo xwe perwerde dikin.”
Sebrê Îşlek wiha dawî li gotinên xwe anî: “Me di Kurdistan û
cîhanê de xwe da naskirin. Wek giştî û wek jin jî em hatin naskirin. 15’ê Tebaxê
bû cejna jinên Kurdistan û cîhanê, ji ber ku bi 15’ê Tebaxê re jin rabûn. Em
bang li tevahî jinên Kurd û jinên azadîxwaz dikin ku rabin ser lingan û têkoşînê
bilind bikin. Ji ber ku dem ne dema rûniştinê ye, dem dema têkoşînê ye.”
0 Yorumlar