Ticker

10/recent/ticker-posts

Yek jê payebilind 4 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

 Dezgeha Dije Terorê ya Iraqê ragihand ku 4 çeteyên DAIŞ’ê li Enbar, Kerkûk, Seleheddîn û Bexda hatine girtin ku di nav wan de serçeteyek jî hebû.

Dijî Terora  Iraq’ê li ser malpera xwe ya fermî derbarê girtina komek çete û serçeteyên DAIŞ’ê li çend parêzgehên Iraqê daxuyaniyek belavkir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin: “Hêzên me li parêzgehên Selehedîn, Enbar û Kerkûk’ê çar çeteyên DAIŞ’ê girtine. Her wiha li parêzgeha Bexda hêzên me sucdarek serçeteyên DAIŞ’ê ku bi navê Elî jî girtine. Bi hevkariya hêzên asayîşa Silêmanî şaneyek a çeteyên DAIŞ’ê jî hat ruxandin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo parastina welatiyan û paqijkirina xaka Iraqê ji çeteyên DAIŞ’ê, hemû dezgehên ewlekariyê yên Iraqê di nava kar dene.

Yorum Gönder

0 Yorumlar