Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb hate bi bîr anîn.
Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb (Heval
Helmet) li Wargeha Penaberan a Mexmûrê, li Saziya Malbatên Şehîdan hate bîr
anîn.
Bîranîn bi deqeyek rêz girtin ji bo giyanê tevahî Şehîdên
Tevgera Azadiyê destpêkir. Piştî rêzgirtinê sînevîzyona ku li ser jiyan û
têkoşîna Şehîd Diyar hatibû amadekirin hat nîşandan.
Piştî sînevîzyonê bîranîn bi diruşmeyên ‘Şehîd Namirin,’
Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.

0 Yorumlar