Gerîlayê HPG’ê Adnan Olmez di 23’ê Mijdara 2021’an de li Bedlîsê di şer de şehîd bûbû.
Cenazeyê wî biribûn Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Meletiyê û piştre li heman bajarî li goristana ‘bêkesan’ hatibû veşartin.
Malbata wî çend roj berê ji bo testa DNA’yê xwîn dabû.
Piştî ku DNA’ya wî û ya malbatê hev girt, malbatê cenaze ji goristana ‘bêkesan’ a li Meletiyê wergirt û anî Cizîra Şirnexê.
Bi tevlêbûna malbatê cenazeyê Olmez li goristana li Taxa Yafesê hate veşartin.

0 Yorumlar