Ticker

10/recent/ticker-posts

‘Bi rêxistinkirinê dikarin azad bibin û azad bikin!’

Jinên wargehê têkildarî hedefgirtina jinan peyîvîn û diyar kirin ku, yekane rêya têkoşînê ya li dijî şideta zayendperest a li ser jinê, azadiya jinê û avakirina xweparastinê ye.

XURBET TALLÎ - ROJEV

Ji ber ku jin çavkaniya jiyanê ye, bi tinekirina jinê dixwazin hebûna gel an jî netew were tinekirin, ji bo wê dijmin bi zanebûn jinê dike hedef. Girêdayî vê mijarê Endama Kordînasyona Meclîsa Îştar, Xantûr Kara û Endama Komîta Jineolojî, Şîlan Deniz axivîn.

‘Ji bo azadiyê azadî şert e’

Xantûr Kara di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku ew wek gel di serdemek şerê pergalê yê pir qirêj de dijîn û wiha pêde çû: “Li dijî jinê rewşeke şer heye ku nehatiye ragihandin û nav lê nehatiye kirin. Her roj bi sedan jin ji hêla dewleta biçûk ango zilam ve têne kuştin. Her deqîqe tacîz û tecawîz li ser jinê didin meşandin, her kêlî tûndî li ser hezaran jin tê kirin û ev tûndiya li ser jinê jî hişmendiya mêtinger-baviksalar ya heyî, jinê dike milk. Ev hişmendiya ku xwe bi rengê pergala gerdûnî rêxistin kiriye, li hemû qadên jiyanê her dem li dijî jinê, tûndiya fizîkî, cinsî, derûnî, aborî, dijîtal û bi giştî tûndiyeke pir alî dihilberîne. Ji ber vê tenê bi têkoşîneke radîkal a li dijî hişmendiya baviksalar û zayendiya civakî mirov dikare pêşî li vê tûndiyê bigire.”

Xantûr Kara di dawiyê de ev tişt got:”Yekane rêya têkoşînê ya li dijî şideta zayendperest a li ser jinê, azadiya jinê û avakirina xweparastinê ye. Di roja me ya îro de ku li her qada jiyanê şidet û êriş xwe kûr kirî, xweparastina jinê mercekî herî serekeye. Pêwîste yek jin jî bê parastin û ne rêxistinkirî nemîne. Divê em vê baş bizanibin ku azadiya ferdî nîne. Kengê me wek jin karî li dijî sîstema zayendî û sermayedar a serwer yekîtiya xwe ava bikin, wê demê emê bikaribin ji êrîşên fîzîkî û rewanî rizgar bibin. Yanî ji bo azadiyê azadî şert e. Bi rêxistinkirinê dikarin azad bibin û azad bikin!”

Ji bo tinekirina civak û netewan êrişî jinan tê kirin

Her wiha Şîlan Deniz jî êrişên li ser jinê wiha pênase kir: “Dema em bixwazin van êrişên ku li ser jin tê kirin pênasebikin, pêwîste em kêmek jî be balbikişînin ser civaka xwezayî. Di civaka xwezayî de ji ber ku jin afrêner bû, pêşengtî ji civakê re dikir. Ji bo civakê her tim di nava lêgerînê de bû. Lê piştî şaristaniya Sûmeran êdî dînê yek xwedê tê destpêkirin, ew hêz, bawerî û zanista ku jinê heyî bi hêcetên cûda hemû ji destê wê tê girtin. Ji wir û şûnde jin êdî weke zayendek kêm, lewaz û bê parastin hat hiştin. Ew jina ku di civaka xwezayî wek xwedawend û zana, piştî Sûmeran bû kole û wekî fîgurekê lewaz û bê hêz tê dîtin û kesayeta jinê bi têgehên namûsê ve girêdan. Ji wê demê heta niha şer û pevçûnên ku çêdibin her tim jin bûne hedef. Ji bo ku bi karibe civkekê bixin bin kontirola xwe, destpêkê êrişî ser jinan dike. Ji ber ku jin nîvê civakê pêktîne, ji bo wê bi destavêtina jinê malbat, eşîret û heta netew jî tê biçûk xistin.”

Şîlan Deniz wiha dawî li axaftina xwe anî: “Beriya pênchezar sal her çiqas di aliyê rûhî û fîzîkî de êriş û qirkirinek sîstematîk li ser jinê hebe jî, li beranberî vê têkoşînek bê hempa ya jinê jî hebû. Dema mirov li dîrokê jî mêze dike ruhê berxwedaniya jinên xwidawend weke xetekê li kêleka xeta baviksalarî de diherike. Her wiha dema mirov li salên dawî jî mêze dike, dibînin saziyên jinan hene, xwerêxistinkirinên jinan avabûye bi taybet di demên dawî de êdî jin ketiye ferqa polîtîkaya baviksalarî ya ku derdora jinê ku bi derew û komployê dorpêçkirî. Ji bo wê jî jin bi komên biçûk û mezin li her derê rêxistinên xwe avakirin. Pergala netewdewlet a kapîtalîst ji vê ditirsin, ji bo wê jî her tim êrişê jin dike. Ya herî zelal mirov dikare mînaka girtina Rêbertî bide, em nikarin bêjin tenê li ser nasnama Kurdîtiyê hatiye girtin, di heman demê de ji bo nasnama jin jî hatiye girtin. Bîrdozî û zanista ku di derbarê jinê de dayî avakirin, partî û artêşa ku ji bo jin dayî avakirin û derxistî ser dika jiyanê Rêber Apo bû. Yek ji sedemên herî girîng tecrîda girankirî ku îro li ser Rêbertî eve. Ji bo wê jî sîstem ji bo me paşde vekişîne, kuştina jin,  bê însiyatîf hiştina jin ji bo xwe kiriye armanc. Li gorî wê ne tenê li Rojhilata Navîn, li tevahî cîhanê zagonên xwe li gorî wê çêkirine.”

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar