Ticker

10/recent/ticker-posts

PKK PARTIYA JINAN E - Beşa 2

Rêbertiya me bi dîtina trajediya jinê ya di wateya civakî de, bersivên pir xurt da pirsa “çewa bijî”. Bi vê ezmûnê re şîroveyeke pir xurt a rexneyî, dîtina nakokiyên ku jin ji zarokatiya xwe heta niha jiyaye, nêzîkatiyên li hemberî jinan ferq dike û neheqiyên ku hatine jiyîn qebûl nake. Rewşa jinan şibandiye  rewşa Kurdistanê  û li ser bingehên zanistî hewl da pirsgirêkê çareser bike. Di nava tevgerê de girîngî dayîna  rêxistinbûn û reseniya jinê pêşxist û di encama lêkolîna kûr a lehengiya ku di têkoşîna me de derketiye holê pêwîstiya Îdeolojiya Rizgariya Jinê dît û îdeolojiya azadiya jinê pêşkêşî jinan kir.

Di vê demê de ku pergala serdest a mêr herî zêde li jinan dixist, wê bi îrade û wêrekiyeke mezin di jinan de pêşketinek çêkir. Wê jina ku di koletiyekî kûr de jiyan dike, bi  jinê da  hîs kirin û bi gihandina vegera li cewherê xwe, cesaret da wan ku bi pêşketina xwe ya fikrî re hişmendiya azadîxwaz û azadiya civakî bi afirînin. Di dema pêşxistina têkoşîna azadiyê de, ji aliyê bîrdozî û felsefî ve îspat kir ku “PKK jî partiya jinê ye” û jin jî dikarin di vê têkoşîna azadiyê de cih bigirin. Tevlîbûna jinê ya li hawîrdora azadiyê destpêkek girîng e, lê tê xwestin ku di encama perwerde û bi nîqaşên girêng ve jin bi cewhera xwe re bên cem hev. Ev şerê li dijî sîstemê ye. Bi pêşxistina feraseta “Îdeolojiya Rizgariya Jinê” li ser esasê ku jin jî bibe xwedî îdeolojî û têkoşîneke îdeolojîk bimeşîne, di rastiyê de xwest çareseriya pirsgirêka herî bingehîn a jiyanê bîne. “Îdeolojiya Rizgariya Jinê” ne tenê weke îdeolojiya zayendî, weke îdeolojiya civakî hatiye destgirtin. Îdeolojiya Rizgariya Jinê di esasê xwe de pêşxistina welatparêzî, ramana azad, îradeya azad, rêxistinbûn û hişmendiya têkoşînê ye. Ji bo jin xwe nas bike û ji pergala serdest a mêr û ji mêr qut bibe, Îdeolojiya Rizgariya Jinê weke helwesteke bingehîn a jiyanê tê dest girtin. Di vê îdeolojiyê de dihat xwestin ku li ser esasê têgihiştina jina azad û civaka azad were pêşxistin.

Nêzîkatiya Rêbertiya me ya di pirsgirêka jinê de şoreşa hişmendiyê temsîl dike. Ya ku wê mohra xwe li serdemê bixe paradîgmaya Demokratîk-Ekolojîk-Rizgariya Zayend a Rêbertiya me ye. Her wiha anî ziman ku pirsgirêka sereke ya serdemê pirsgirêka jinê ye, di çareseriya pirsgirêkê de pêwîstiya azadkirina zayendperestiyê bi bîrdozî û felsefî anî ziman. Hevaltiya ku bi jinan re hate avakirin û hezkirina mezin a ji bo jinê, di encama lêgerîna Rêbertiya me ya ji nû ve afirandiya jinê de derket holê. Bi giştî tûndî û zordariya li ser jinê tê kirin neheqiyeke, kûrkirina koletiya jinê ye. Heta ku ev neheqî û zilmên di wateya civakî de tên jiyîn neyên rakirin, em nikarin qala azadî û edaletê bikin. Ev perspektîf bingeha felsefeya Rêbertiya me pêk tîne. Ev felsefe hêmanên bingehîn ên tevgera PKK’ê pêk tîne. Baweriya bi PKK’ê û îdeolojiya Rêbertiyê ya di nava jinan de, nivîsandina lehengiya jinê ya di dîroka PKK’ê de û li Zîlan, Bêrîtan, Bihuşt û Viyanan bê navber dilsoziya wan a bi vê îdeolojiyê re nîşan dide. Wêrekî, xwebawerî û îradeya ku di jinan de pêş dikeve keda Rêber Apo ye. 

ROJDA FIRAT - ROJEV

Yorum Gönder

0 Yorumlar