Neteweyên Yekbûyî bi daxuyaniyekê ragihand ku li peravên Lîbyayê, keştiyek ku penaberan noqî avê bû û piraniya wan ji Malî 22 koçberan jiyana xwe ji dest dan.
Rêxistina Koçê ya Navneteweyî ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ve
diyar kir ku 61 koçberên neh rojan li ser botekê li deryayê sax man, ji aliyê
yekîneyên ewlekariya peravî ya Lîbyayê ve hatine rizgarkirin.
Berdevkê Rêxistina Koçê Safa Msheîl ragihand ku koçber ji
bajarê Zûwara yê li nêzî sînorê Tûnisê di 22’ê Hezîranê de bi rê ketin.
Berdevk diyar kir ku yên sax man roja Şemiyê gihîşt qada
bejahî û got, “Li gorî yên sax mane, piraniya wan ji Malî 22 koçber di dema
rêwîtiyê de mirin. Sedema mirina koçberan jî xeniqîn û dehîdrasyon e. Ji kesên
jiyana xwe ji dest dan 3 jê zarok in.” Msheîl anî ziman ku rewşa tenduristiyê
ya hin ji koçberan nebaş e û rakirine nexweşxaneyê û got, koçberên din jî li
navenda koçberiyê ya El Maya hatin bicihkirin.
Lîbya, ji sala 2011’an û vir ve dema hilweşandina rejîma
Mûammer Kaddafî yek ji rêyên sereke yên koça ber bi Ewropayê ve ye.

0 Yorumlar