Ticker

10/recent/ticker-posts

ROJEV PIRS DIKE: 14’ê Tîrmehê çiye?

Bersivên Gel:

-Têkoşîna li dijî zilmê ye.

-Hilweşandina diwarê zilmê ye.

-Têkoşîn û berxwedan e.

-Hêviya azadiyê ye.

-Serhildan e.

-Hebûn e.

- Xwirtkirina têkoşîna gelê Kurd e.

-Jiyanek birûmet e.

-Hêvî ye.

-Tolhildane.

-Li hember dijmin serî netewandin e.

-Zindîkirina ruhê berxwedêr e.

-Afrênerên jiyana azad e.

-Gelê Kurd ji xewa mirinê şiyar kirine.

-Bû destpêka pêvajoyek nû.

-Ji mirinê jiyan afirandine.

RASTIYA PKK’Ê RUHÊ 14’Ê TÎRMEHÊ YE

Ruhê berxwedana 14’ê Tîrmehê ji bo gelê Kurd û Kurdîstanê, manîfestoya jiyanekî nû ya birûmete û çawa were jiyankirin e.

 

Di wan salan de  li cîhanê  gelek pêşketin çîdibûn. Bi navê sosyalîzmê gelek civakan welatên xwe rizgar kirin û gihaştin mafê xwe, lê ji bo Kurd û Kurdîstanê  ev ne derbazdarbû. Ji ber  ku tiştekî bi navê Kurd nebû û ne gengazbû ku hebûya jî.  Ew wext bû komkujiya Dêrsim, Gelyê Zîlan û dehan komkujî bi serê Kurdan hatî û yên mayîn jî li  çiyayê Agirî binert bibûn û ser wan hatibû betonkirin. Ji bo wê ne gengaz bû carek din bi wî navê gotina  Kurd û Kurdistan  hebe, ev hişmendî çêkirin û gerdûnî kirin.

 

Navê Kurdîtiyê û ti nirxê mirovetiyê nehiştibûn. Kurdan ji kurdîtiya xwe şerm dikir,  Kurdek  çiqas bê bişaftin û bêje ez ne kurdim, wê mirovekî ewqas baş û xwediyê mafê xwe yê  jiyankirinê bûya. Ji ber ku êdî Kurd ne yê xwebûn, kê ew dagirkiribe ewbûn xweyê Kurdan.

 

Wextê ku Rêber Apo bi gotina Kurdistan mêtîngere bi vî hevokê rastiya kurdîstanê têne ser ziman. Ev jî dibe teqandinek gerdûnî  û zayîn jî peydihat. Eger yek gotin ewqas bandora xwe kiribe, roj bi roj Kurdistan naskirin Rêber Apo û koma despêkê ango kadroyên pêşeng dikir bin barekî giran û gerdûnî de ji ber pirsgirêka Kurdistan bi qasî ku herêmî bû, ewqas jî gerdûnî bû.

 

Faşîsta dewleta Tirk liv û tevgera Rêbertî hesiyan, lez kirin hê mezin nebûyî xwestin tevgera Apocî tesfiye bikin û nehêlin mezin bibe. Ji ber vê jî hemû kadroyên pêşeng girtin û xistin Zindana Amedê. Hişmendiya derbekar Kenan Evren û yê ku fikrê wî dixe meryetê Esat  Oktay ji işkence û wehşeta li ti derê dinyayê nehatî dîtin li kadroyên pêşeng ên PKK’ê kirin.

Ji bo wana teslim bigrin hemû şerên xas dan meşandin. Zilm û wehşeta ku li ser serê cîwan Kurd û kadroyên PKK’ê hatîn meşandin, di mejiyê Kurdan de hat kolandin ku ticaran nayê ji bîrkirin.

Êşkence, hovîtî û wehşeta ku ser cîwanên Kurd kirin, hemû ji bo ku vîna wan bişkine û wan teslîm bigre, lê wana îradeyekî ji polayê dan çekirin, ketin rojiya mirinê. Di kesayeta xwe de teslîmiyeta sedan salane ser Kurdan tê meşandin hilweşandin û gotin “Berxwedan Jiyan e.” Jiyanek azad û bi rûmet dan avakirin, dewleta Tirk hîn di serî de têkbirin û derûniya wan xirab kirin. Bûn dil, meji û vîna PKK’ê, bûn ruhê serkeftinê, bûn mînak heta ku mirovahî hebe. Ye ji bo kesayetek çawa biji, çawa jiyanbike. Ew ruhê ku di roja me ya îro de li hember dewleta Tirk û hevkarên wî ku bi  hemû derfetên xwe ve li ser heremên gerîla li Zap, Avaşîn, Metîna û Zagrosan dide meşandin rûhê 14 Tîrmehê di xwede dane çandin li beramberî wan êrîşan berxwedidin û dijmin têkdibin.

 

Di kesayeta Kemal Pir, Mehmet Xeyrî Durmuş, Mazlum Dogan, Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Eşref Anyik, Sakîne Cansiz û dehan yên di vê berxwedaniyê de cih girtîn û şahidî kirîn, di berxwedana xwe de jiyanek nû dan avakirin ruhê têkoşîna azadiyê dan avakirin. Şehadeta 14’ê Tîrmehê hebûnek gerdûniye, ticaran ji wijdana mirovahiyê dernakeve.

14’ê Tîrmehê beleka gelê Kurd û ya hemû mirovahiyê ye. Tiştên dewleta Tirk li ser gelan dayî meşandin, mirov kengê 14’ê Tîrmehê ji bîrkir, hingê ji mirovatiya xwe dûr ketiye êdî ew ne yê xweye, yê dijminê xwe ye.

 

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar