Ticker

10/recent/ticker-posts

EM ÇOK NADANIN!

Gelê Wargeha Mexmûrê êrişa li ser wargehê şermezar kir û diyar kirin ku ewê heta dawî li hember hemû  êrişên dagirkeriyê li berxwebidin û gotin: “Dewleta Tirk û hevalbendên xwe dixwazin me ji wargehê derbixin û DAIŞ’ê li vir bi cih bikin. Çavên wan bênderê em vê wargahê ji DAIŞ’ê re nahêlin.”

Dewleta Tirk ji bo Wargeha Mexmûrê vala bike gelek siyaset da meşandin, lê bi ser neket. Niha jî bi êrişên hewayî dixwaze vê daxwaza xwe bi cih bîne, êrişî nava wargehê dike. Şêniyên wargehê têkildarî êrişên li ser wargehê çêdibin û bêdengiya Hikumeta Iraqê ya li hember van êrişan helwesta xwe anîn ser ziman û gotin: “Dem ne demê bêdengiyê ye, dem dema dengê xwe gihadina tevahî cîhanê ye, dem dema şerê gel ê şoreşgerî xurtkirinê ye. Divê em bi parastina maf û dozê, têkoşînê bilind bikin.”

Xerîb Akyurek di destpêka axafitina xwe de diyar kir ku bi van êrişan dixwaze gelê wargehê bandor bikin û wargeh vala bibe û wiha got: “Ev ne êrişa yekeme û wê ne ya dawî jî be. Ji bo valakirin û têkbirina sîstema ku niha li wargehê hatiye rûniştkandin êrişî me dikin. Dixwazin bi van êrişan gel û PKK ji hev qut bikin, lê bila baş bizanin PKK emin, em PKK ne û wê ti carî negihin armanca xwe. Neteweyên Yekbûyî yên ku li ser ziman dibêjin em mafê mirovan di parêzin di piratîkirina gotinên xwe de ne tiştekin. Dijberî vê li kêleka yên ku me dikujin cih digirin. Malbata Barzanî jî hevkariya van êrişan dike û dixwaze Kurdistnê talan bikin. Ez bang li Saziyên Navnetewî dikim ku li hember van êrişan li erkê xwe rabin. Dewleta Tirk û xwefiroşên wek Malbata Barzanî dizanin gel û gerîla hêzê ji hev digrin, bi vê zanabûnê êrişî gelê wargehê dike. Dema dibînin xwefiroşiya Malbata Barzanî û dewleta Tirk li çiyayên azad têkdiçin, êrişî wergehê, Şengal û Rojava dikin.”

Akyurek di dawiya de balkişand li ser erkê ku dikeve li ser milê ciwanên Kurd û wiha pêde çû: “Pêwîste em wek ciwan li ser fikir û ramanên Rêbertî rêxistinbûyîna xwe ya di nava civakê de xurt bikin. Dem ne dema bêdengiyê ye dem dema dengê xwe gihadina tevahî cîhanê ye, dem dema şerê gel ê şoreşgerî xurt kirinê ye. Divê em bi parastina maf û dozê, têkoşînê bilind bikin.”

Her wiha Helîm Îşlek jî da zanîn ku êrişên dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê tên pêkanîn û wiha peyîvî: “Em van êrişan bi tûndî şermezar dikin. Em li ser axa Iraqê ne, ji wî re şerme ku li dijî van êrişan bê helwestin. Bi alikariya PDK’ê dewleta Tirk her roj êrişî wargehê dike. Dewleta Tirk ne tenê ye, Neteweyên Yekbûyî, Iraq û PDK hevalbend û şîrikên wan in. Lê wê ti carî encam negirin. Ev yek şermek mezine ji bo Iraq û Neteweyen Yekbûyî. Ev nêzî 30 sale em penaberin, her cihê ku em lê bicih bûne, ev yek bi serê me anîne. Li wargehên Bihêrê, Nehdar û Nînawayê PDK’ê bi çekan di nava me de digeriyan, her roj hinek ji me di kuştin û gule li gel direşandin li gelê wargehê dikir. Niha li vir jî her roj êrişê me dikin, derûniya zarokên wargehê têkdibin. Dixwazin em vê wargehê valabikin û ew vêderê bikin wargeha DAIŞ’ê. Çavên wan bênderê em vê wargahê ji DAIŞ’ê re nahêlin.”

Helîm bi van gotinan dawî li axaftinên xwe anî: “Ev wargeh cihê mişk û maran bû, me kir cihê jiyanê. Me şehîd li ser vê axê da, em soz didin em ji ya xwe nayên xwar, ger her roj jî êrişê me bikin heta yek ji me mabe emê li berxwebidin.”    


Yorum Gönder

0 Yorumlar