Kurdistan
bi peymana dagirkeriyê ya Osmanî û Îran bi Qesrî Şîrîn (1639) kirin du parçe.
Piştre bi pilana Lozanê Îngîlîzan Mûsil û Kerkûk xistin bin serweriya xwe li
beranberê vê Kurdistan kirin çar parçe. Sînorên li ser forma netew-dewlet yên
weke Sûriye, Iraq, Tirkiye û Îran diyar kirine, pilan û pirojeyên xwe rêve
dibin. Li hember vê kes û eşîrên ku serî rakirîn qetil kirin yan jî sirgûn
kirin. Armanca wan ew bû ku vîn û baweriya gelê Kurd bişkînin. Çand, ziman û
hebûna wan qedexe kirin, bi komkujî û sirgûnan tirsa herî mezin li ser gelê
Kurd avakirin. Kurdên ku nekuştîn jî xistin xulamê xwe. Di dibistanan de bi
hişmendiya xwe bişaftin, bawerî û fikirandina wan ji holê rakirin. Kurdistan
kirin qada talanê. Kuştin, xiyanet, bê hêvîbûn, tirs û zilm bibû parçeyekî
jiyanê. Li şûna jiyana rast, jiyana bi derewîn û sixte hatibû dagirtin. Êdî bi
vê hemû hêzên sermayedar û deshilatdar hemû nirxê madî û manewî talan dikir.
Kurd li ser axa xwe birçî, tazî, mêvan û xizmetkar bûye. Bi rêya hevkarên xwe
yên wek PDK, şêx û axayên komprador li ser civakê zilm û zordarî dide meşandin.
Li Kurdistanê jiyana lanetî avakirine, weke ku qedera vî geliye, li ser daye
ferz kirin. Rêber Apo di ciwantiya xwe de hemû tiştên ku dagirkerî û kapîtalîzm
pêşkêş dikir ne eciband, bi fikirandin û êşeke mezin, bi du peyvan ango gotina
“Kurdistan Metîngehe” dest bi têkoşîna azadî û serxwebûnê kir. Di paytexta
dijminê dagirker û faşîst a Enqerê de biryar û soza tol wergirtina, azadî û
serxwebûnê da. Bi rêxistinkirina ciwanan wek hevalê Heqî Karer, Kemal Pîr, Mehmed
Xeyrî Dûrmûş, Sakîne Cansiz, Mazlum Doxan û Mahsum Korkmaz, dest bi Şerê Gel ê
Şoreşgerî kir. Bi avakirina partiyê û modela gerîlayê azadiyê pêşxistin, bi
hêza jinê derxistina holê, gelê Kurd zindî kir. Bi fikir û felsefeya Rêber Apo di
nava gelê Kurd û hemû civakên bindest de tovên azadiyê hat çandin. Dijmin li
hember têkoşîn û şerê Rêber Apo 38 salin bê
navber êriş dike. Dijminê dagirker û qirker ji bo gel û gerîla ji hev qut bike,
Kurd koçberî metropolên Tirkiyê û Evropayê kir. Bi taybetî gelê Botanê ji ber
ku zilma dijmin qebûl nekir, koçberî heremên Başurê Kurdistanê bûn. Bi bîrdozî
û felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin kir. Gelê Botan, gelê me yên metropolên
Tirkiyê û Diyasporayê, qadên lêne veguherandin qadên têkoşîn û berxwedanê. Bi
viya heta roja me ya îro çand, ziman û nasnama xwe parast, ji hemû penaberan re
bû mînak. Bi berxwedana 28 salan a penaberiya Mexmûrê bû tirs û xofa dilê
dijminê dagirker. Gelê Mexmûr bi berxwedaniya xwe di cîhanê da bû rojev û nav û
deng.
Pêwîste em
ciwan viya baş derxînin zanebûnê û li hember hemû êriş û lîstokên dijmin qada
berxwedêrî û têkoşînê xurt bikin. Dîrok û pêşeroj ji me ciwanan pêşengtiyekî
hîn xurtir dixwaze. Roj roja rist û rola xwe lîstinê ye. Tenê bi qadên Gerîla
şer meşandin pêşeroj nayê bidest xistin. Tekoşîna Rêber APO bi ciwantî
destpêkir û wê bi pêşengtiya me ciwanan jî serkeftinê mîsoger bike.
DAWÎ

0 Yorumlar