Ticker

10/recent/ticker-posts

ZÎLAN MANÎFESTOYA ME YA JİYANÊ YE - Beşa 3

Lê belê rêyeke din a jiyanê nîne. Her roj ez di vê mijarê de bangawaziyê dikim, dibêjim “werin em bi rêbazên mirovî ango bê lêdan, bêyî ku bişkînin û hilweşînin, bêyî ku bikujin hin pirsgirêkên vî gelî yên ku hene nîqaş bikin û çareser bikin.” Lê belê dilê van nîne. Bêwijdanên mezinin. Mafê gelekî çi ye, hêviya mirovên di bin zextê de ne çi ne? Naxwazin qet fêm jî bikin. Xwedî feraseteke di bin navê “yekîtî û hevgirtina netewî” de bila gelek tine bibe, hemû mirov li derveyî jiyanê werin hiştinin. Ev ji bo wan qaşo şerefe. Em vê şerefê gelekî baş dinasin. Mînakê vê di dîrokê de gelekin.

Em ji bo ku xwe ji hêzên wiha zalim ên ku neheq, gelekî kor, ji hilweşandin û tinekirinê zêdetir armancên xwe nînin, biparêzin vî şerî didin. Lê belê şerên me yên bingehîn ji bo wateyekê bidin tinebûna jiyana xwe, ev enî herî kêm bi qasî eniya şer girînge. Em bawer dikin ku jiyaneke were qebûlkirin, were hezkirin û rêzgirtin bi asta ku divê di têkîliyên jin û zilam de were bidestxistin ve dê çêbibe. Ez dihizirim ku jinê bi rengekî ku bikaribe bi xwe biryarê bide, nîqaşê bike, weke di kesayeta Zîlanê de tê dîtin, bikaribe kûrbûna wate û hest bi dest bixe pêş bixim. Di vê mijarê de ez kar dikim ku tiştê pêwîst bikim. Ev rastire, taybet ji bo civaka me erkeke herî pîroz a ku divê were bicihanîne.

Ez dikarim vî tiştî di serî de ji bo gelê me yê rêzdar û dostên me yê ku dixwazin di mijara jiyana nava partiyê de kûrbûneke diyar bi dest bixin re diyar dikim ku; dijwar be jî heta ji şer zehmetir be jî berovajî gelek kevneşopan nirxên me yên em pê ve girêdayîne, yên olî yan jî exlaqî û coş be jî ez neçarim rêya jiyana nû wiha vebikim. Dibe ku were gotin “ol, exlaq û kevneşopî wisa dibêjin.” Ev ji bo min ne girîngin. Ji ber ku welatê me, jiyan, jin û zilam dane wendakirin. Ez ne di wê mebestê de me ku jiyana erzan û hêsan berdewam bikim. Weke ku li vir hatiye diyarkirin, ez bi rêgeza “îdîa û jiyan dê mezin be” ve girêdayî me. Ji bo vê rêgezê çi pêwîste ewê bê kirin. Şerekî ewqasî mezin, ti endamê olekî nikarin nîşanbidin. Lê belê di PKK’ê de jineke ciwan ev hêz nîşan daye. Ev hezkirin û wijdan, ne gengaze ku di ti exlaq û kevneşopiyên din de dîtibin. Vaye ev di exlaqê azadî û armancên azadiyê de hatiye nîşandan.

Hemû gelê me, dostên me, hemû milîtanên jin û zilamên di nava partiya me de!

Divê mirov di ferqa Rêbertiyê de be ku di mijara jiyanê de pêşveçûnek heye. Bi jinê re rast jiyîn û bi ferasetbûyîn dê gelekî hêzê bide şer jî. Ev weke tê bawerkirin, nabe ezeziyê. Kî dibêje dê bibe ezezîtiyê ew di şaşiyê de ye. Bûyîna bi jinê re sedemeke şere, divê her kes fêm bike ku ger ez di salên dawiyê de çiqasî bi jinê re bûme, ewqasî min zanîbûye ez bibim şervanekî dijwar. Dema ku zilamê kevin bi jinekê re bû, dema xwe bide dê yekcar şerê were qezenckirin re wê xiyanetê bike. Ev zilam ji bo min zilamekî herî bênamûse. Dibe ku ev kesayet jin be jî. Lê belê ez ti caran nahizirim ku ti jinên li gel min, min li derveyî şer bihêlin. Jixwe Zîlan bi xwe li rastê ye. Bûyîna bi Zîlanê re, bûyîna bi çalakiya şer a herî mezin re ye. Ma hûn dixwazin bi jinê re bin, wê demê hûnê bibin şervanê herî mezin ên Zîlanê. Hûnê bi welatparêziya mezin û azadiya mezin ve bi hev re bin. Dîsa ma jin dixwaze bi zilam re be, dê bi mirovên nû ku di kesayeta min de ava dibe re be, ango dê weke rêhevala Zîlan be. Raveyeke vê ya din nîne. Bûyera ku em dibêjin pîroze, hevpeymana ku em di dilê xwe de, di mejiyê xwe de heta dawiyê pê ve hatine girêdan eve.

 RÊBER APO - ROJEV


Yorum Gönder

0 Yorumlar