Ticker

10/recent/ticker-posts

Zarok rengê wargehê ne

Li wargeha penaberan a şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li gel ambargoya ku sê salin berdewame, dewleta Tirk a dagirker jî bê navber êrişî wargehê dike. Tevî êriş û rêgiriyê, zarokên Mexmûrê bi pakiya dilê xwe ku xwedî xeyalên bê dawîne, li kolanên wargehê lîstokên cuda cuda dileyîzin, xwe fêrî, wêne, gîtar, temburê dikin.

FARQÎN KARA - ROJEV

Wargeha penaberan a Mexmûrê 23 salin ku di nava koçberiyê de li beramberî her cure êrişan xwe li ser lingan girtiye. Xelkê wargehê Mexmûra ku weke dojeh dihat wesfandin veguherandin cenetekê. Di vê penaberiyê de bê guman yên ku herî zêde jê bandor dibin zarokin. Zarokên Mexmûrê bi xeyalên xwe yên bê dawî di bin bombebarana dewleta Tirk û ambargoya PDK’ê de bi dil pakiya xwe jiyan dikin. Di kolanên wargehê de bi rukeniya xwe li hemberî bê edaletiya jiyanê şer dikin.

Mexmûr wargehek a penaberên siyasî ye. Wargeha penaberan a Mexmûrê wargeheke ser bi Neteweyên Yekbûyî ve ye, ku li qadeke di bin berpirsyariya Iraqê û Herêma Kurdistanê de ye. Heta niha gelek caran balafirên şer ên Tirk êriş birine ser vê wargehê, lê ne Neteweyên Yekbûyî, ne Iraq, ne jî Herêma Kurdistanê li ber van êrişan ranebûne.

Warê berxwedanê

Wargeha Memmûrê ji wargehên penaberan yên din cudahiya xwe heye. Ev war warê berxwedan û têkoşînê ye. Li gel berxwedan û têkoşîna xwe di aliyê perwerde, tenduristî û parastinê de jî xwe rêxistin kirine. Zarokên wargehê li gorî şert û mercên heyî tên perwerdekirin. Di asta seretayî, navîn û amadeyî de dibistan hene. Piştî dibistan tê girtin di bêhndanên havînan de jî zarokên wargehê di aliyê çandî û werzîşî de xwe pêşdixin. Di perwerdeyên weke qursên amûrên muzîkê, qursên ziman, wêne û hwk din de cihê xwe digirin. Li gel van perwerdeyan bi leyîstokên xwe yên çandî kolanên wargehê bi dengê kenê xwe tejî dikin.

Zarok reng didin

Zarokên Mexmûrê bi leyîstok û perwerdeyên cuda jiyana xwe bi rengê keskesorê dixemilînin. Di bêhndana havînê de li wargehê perwerdeyên cuda cuda yên weke perwerdeyên ziman, mûzîk, amûrên mûzîkê, wêne xîzkirin, şano û tekvando destpêkirine. Zarokên wargehê ji bo pêşketinê bi keyfxweşî tevlî van perwerdeyan dibin. Her wiha li gel van perwerdeyan jî li kolanan leyîstokên cur be cur yên dileyîzin.

Yek ji zarokên penaber yên wargeha Mexmûrê Gulçîn Îşlek xwe ji bo refa 8 amade dike di bêhndana havînê de bala xwe daye wêne xîzkirinê. Gulçîn rojên hefteyê yên duşem û pênçşema li gel hevalên xwe diçe qursa wêne xîzkirinê ya li Atolya Delîla.

‘Ji çêkirina wêne pir hez dikim’

Gulçîna biçûk li ser hezkirina xwe ya ji wêne xîzkirinê re axivî û got: “Ji temenê xwe yê biçûkatiyê ve ji xîzkirina wêneyê pir hezdikim. Di bêhndana havînê de min jî xwest vê xwesteka xwe bi cih bînim û ez hatim qursa wêneyê. Perwerdeya ku em li vir dibînin li malê jî dubare dikim û li gel wê wêneyên cuda jî yên weke çukên mezin, mirov û weke din çêdikim.”

Her wiha zarokek din yê wargeha Mexmûrê Mihemed Kara refa 5 qedandiye. Mihemed gelek ji xwezayê û lawiran hezdike. Di bêhndana havînê de alîkariya bavê xwe dike û bi lawiran ve mijul dibe. Mihemed bi heskirinekê ji bo lawirên xwe tîmar bike di danê êvarî de berê xwe dide cem lawirên xwe û bi heskirinekê wan tîmar dike. Li gel xwedîkirina lawiran her wiha bi hevalên xwe re lîstokên cur be cur jî dileyîze. Zarokên Mexmûrê bi hêvî û hezkirinên xwe reng didin Mexmûrê.











 

Yorum Gönder

0 Yorumlar