Di demên dawî de li ser girêdana ruhî û îlahî difikirîn ku çawa mirov bi hemû hest, mejî û şaneyên xwe ve bi ew hebûna navê wî/wê re dibêjin xweda, bi rengekî bê hember, tevî ku hebûna xwe ne diyare, ewqas pêve girêdan çêdibe. Şaneyek heye ku mirovan ber bi xwe ve dikşîne û mirov hebûn û wateya xwe di hebûna wî/wê de dibînin. Bi her tiştên xwe ve xwe jê re dibexşînin. Helbest, îlahiyat û qesîdeyan li ser dinivîsin. Behsa xweşiktî, bedewî, qudret, zanist, heybet û delaliya wî/wê hwd dikin. Xweza û hemî zindîwerên ku têde dijîn bi wî/wê pênase dikin. Herikîna çeman, bilindahiya çiyan, spehiya kulîlkan, şalûl û bilbilan bi qudreta wî pênase dikin. Her tim pênaseyek şanaya gerdûna mirovahiyê nûjen dikir. Bi hemû zimanên ol û baweriyan dua ji bo stargeha şoreşgeran dihat kirin. Kesên ku berê xwe didan wan stargehan, di pişt xwe de jiyan û hebûna gelan dafirand. Heval Nizar jî di nava wê stargehê de ji bo gelê penaber û bindest berxwedanî û fedakartiyên dîrokî nivîsand.
Bira dema ku pênasekirina birayê xwe ango şoreşger û gerîlayê xwe dike,
tevahî hestên bedewbûna jiyana mirovahiyê awirên çavên xwe de dide der. Yek jî
ji wan kesan birayê Şehît Nizar, Sabrî Yûrûr bû. Di awir û pênaseyên gotinê wî
de heval Nizar binexşînin ser pelên jiyana xwe. Heval Zeynel Yûrûr ango bi navê
tevgerî Nizar di sala 1979’an li gundê Şeraniş ê navçeya Çelê ji dayîk dibe. Di
zarokatiya xwe de her tim serkeftina heskirina diyalektîk ango ya dûalî pêşxistî
bû. Ji bo wî mijara herî zêde sereke ew bû ku bi zimanê dayîkê baxive, binivîsê
û bixwîne. Lê mixabin rastiya dijmintiya devleta Tirk ev yek qebûl nekir û
hewilda ku bi navê civaka Kurd ti şop û bermahiyan nehêle. Ji ber ku malbata
heval Nizar di wateya welatparêzî û xwedî derketina li çanda xwe serhildêr û
girêdayîbû, dijmin nedikarî ti gava ango helandinên çandî di nava civaka wan de
pêş bixe.
Heval Nizar dema dest bi dibistana serêtayî dike û şûnde, nakokiyên ku
di çand û ziman de heyî ji kûr ve jiyan dike. Lê hewl dide di dibistanê de
zîrek be û bikaribe ji nifşên pêşerojê re bibe pêşengek rast û bibe xwedî
nasname û Kurdî fêr bike. Di dibistanê de pir zû pêş dikeve. Dema dixwaze biçe dibistana
amadeyî bixwîne, pewîste her roj dû saetan bimeşe. Dibistan dûrî gunde her roj
çûyîn û hatin çiqas zehmet jî bû lê, heval Nizar ji bo armanca xwe ya jiyana
nifşên pêşerojê pêkbîne xwe paşde nakşîne. Carna jî li mala mirovên xwe yên li navçeyê
dimîne û wisa jî rê û rêbazên cûda tevdigere. Malbata heval Nizar dema ku
dibînin dijmin hovane êriş dike, gundan dişewitîne û gel qetil dike ew jî li
ser xaka xwe penabertiya welatê xwe di nava welat de jiyankirinê hildibijêre. Lê
li sala 1994 an, dema ku malbat wî ji gund derbikeve naxwazin heval Zinar ji
dibistanê qut bikin û dibêjin li wir bîmîne. Heval Nizar beramberî vê yekê
derdikeve û dibistana ku li Colemêrgê dixwand berdide. Li Etrûşê nezî 6-7 mehan
li nexweşxanê dixebite û ji gelê xwe re dibe alîkar. Dema ku êdî tên Wargeha Şehîd
Rustem Cûdî, dixwaze mamostetiya dibistanan bike. Lê ji ber ku di hindek xalan
de pewîste zimanê Kurdî hîn behtir fêr bibe. Ji bo wê yekê jî derbasî perwerdeya
Zimanê Kurdî dibe. Di sala 1999’an de piştî komploya li ser Serok APO ew dev ji
perwerdê berdide û bi komek hevalê xwe re soza tolhildanê didin.
Giyan wek bayekî ji bayê Biharê her
sibeh û êvar ber bi ew welatê ku di hemû hebûna me de dijî ve hêl dibe û diçe. Tevî ku hûn nabînin, lê
hemû dem bi wan re jiyaye. Rûxmê ku em
nabîsin jî, lê hemû deng û awaz dibin dengê wan şoreşgeran. Dil û mejî ewqas bi
wan re hebûna wan re dijî, ew li ku derê meşiyabin emê li şopên jiyana wan bigerin. Giyana Kurdan ewqas
bi berxwedana giyana gerdûnî ve bûye yekpare ku ti hêz nikarê binbixe. Lê ew
bayê ku hêl dibe bêhna zarokên bi bihûştî ji xwe re dibe. Piştî dû salên ku
gerîlatî derbas dibe di hembêza bayên Zagrosan de heval Nizar û hevalên xwe li
ser çiyayên Kurdistan digere. Rêheval Nizar jî 2002 li Çiyayên Zagrsanda digihêje
karwanên bêmirin.
0 Yorumlar