Endamên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) komkujiya dewleta Tirk a dagirker ya li gundê Perex ê Zaxo ku di encamê de 9 geştiyaran jiyana xwe ji dest dan û 33 kes jî birîndar bûn şermezar kirin.
Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) têkildarî
komkujiya dewleta Tirk a 20’ê Tîrmehê li gundê Perex a Zaxo pêkanî civînek
lidar xist. Di civînê de gelek nûnerên welatên cîhanê helwesta xwe li beramberî
komkujiyê anîn ziman.
Nûnerê Emerîka di civîna Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên
Yekbûyî de ragihand ku Washington êrişa li ser Zaxoyê şermezar dike û got:
“Kuştina xelkê sivîl qebûl nakin. Daxwaz dikin ku rêz ji bo serwerî û xaka
Iraqê re bê girtin. Xelkê Iraqê şayenî pêşerojekê geşe.”
Di heman demê de Îmarat jî destnîşan kir ku li ser daxwaza
Iraqê piştgiriya runiştina lezgîn dikin û ragihan: “Piştgiriya lêkolîn û
tedbîrên Iraq pêktîne dikin. Tekezî li ser rêzgirtina li serwerî û yekparçetiya
axa Iraqê dikin.”
Her wiha nûnerê welatê Îrlanda jî êrişa li ser Zaxo şermezar
kir û got: “Hevxemiya xwe bi gelê Iraqê re parvedikin û piştgiriya serweriya
Iraqê dikin.”
Nûnerê welatê Gabonê jî êrîşa li ser Zaxo û komkujiya li
dijî sivîlan şermezar kir û got: “Êrîşên li ser sivîlan nayên qebûlkirin û
binpêkirina yasayên navneteweyî ye.”
Nûnerê Hindistanê jî got: “Êrîşa li ser Zaxo eşkere
binpêkirina serweriya xaka Iraqê ye. Divê rêz ji yekparçetiya xaka Iraqê re bê
girtin. Em piştgiriya aştî û aramiya Iraqê dikin.”
Nûnerê Norwêcê jî daxwaz kir ku derbarê êrîşa Zaxoyê de
lêkolîneke zelal were kirin.
Nûnerê welatê Gana daxwaz ji civaka navdewletî kir ku
piştevaniya hewlên Iraqê ji bo lêkolînkirina êrîşa Zaxoyê bikin.
Di heman civînê de nûnerê Meksîka helwestên xwe wiha anî
ziman: “Em dilgiraniya xwe û hevxemiya xwe bi gelê Iraqê re parve dikin.
Armanckirina sivîlan binpêkirina yasayên navdewletî ye.”
Nûnerê Fransa diya rkir ku Parîs piştevaniya Iraq û xelkê wê
dike.
Nûnerê Kenyayê ragihand ku armanckirina sivîlan li Zaxoyê
binpêkirina yasayên navdewletî ye.
Nûnerê Rusyayê got: “Em piştevaniya ewlekarî û aramiya Iraqê
dikin û rêz li serweriya wê digirin.”
Her wiha nûnerê Brîtanya jî got ku piştevaniya lêkolîna
Iraqê ya derbarê êrîşa li ser Zaxoyê dikin.
Nûnerê Çînê jî daxwaz kir ku di lêkolînê de alîkariya Iraqê
bê kirin.
Nûnerê Brezîlyayê jî eşkere kir ku binpêkirina serweriya
Iraqê ne rewa ye.

0 Yorumlar