Ticker

10/recent/ticker-posts

Mazlûm Ebdî: Em ê tolê hilînin

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî diyar kir ku armanca Tirkiyeyê têkbirina şerê li dijî DAIŞ’ê ye û got ku wê tola şehîdkirina 3 fermandarên jin hilînin.


Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî têkildarî şahadeta sê fermandarên jin ên li Qamişlo di êrişa hewayî ya dewleta Tirk şehîd bûne li ser hesabê xwe yê twitterê peyamek parve kir.

Peyama Mezlûm Evdî wiha ye: “Fermandara Operasyonên Hevbeş a bi Hevpeymana Navdewletî re, Jiyan Efrîn bi hevrêyên me Roj û Barîn re, bi lehengî di şerê li dijî DAIŞ’ê de cih girtin û mirovahî rizgar kirin. Armanca Tirkiyeyê têkbirina şerê li dijî DAIŞ’ê ye. Ji bo rawestandina binpêkirinan divê hevkar zêdetir hewl bidin. Em ê tolê hilînin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar