Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Iraqê carekdon wê toz bibare

Desteya Çavdêriyê bir Meteorolojiyê ya Iraqê ragihand ku wê sibe tozbarînek nû li herêmên Iraqê  destpêbike û wê dûrahiya dîtinê kêm bibe.

Navenda Nûçeyan

Li gorî daxuyaniya Desteya Çavdêriyê bir Meteorolojiyê ya Iraqê, îro li herêmên cuda yên Iraqê avhewa zelale û pileya germahiyê jî bilind dibe.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku wê sibe pêlek nû ya tozbarînê li herêmên Iraqê serwer be û wê dûrahiya dîtinê kêmî kîlometreyek be. Her wiha diyarkirin ku wê roja yekşemê bandoriya tozbarînê kêm bibe û pileya germahiyê jî bilind bibe.

Yorum Gönder

0 Yorumlar