Hêzên Îranê li parêzgehên Ûrmiye û Sine, bi hinceta ‘kuştina bi qestî’ 2 jin darvekirin.
Zext, destgîrkirin, girtin, êşkence û darvekirina welatiyan,
bi taybetî jî dema welatiyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rejîma Îranê
tê darvekirin, ev êrîş bûne diyardeyeke rojane. Ango roj nîne ku li Rojhilatê Kurdistan
û Îranê neyê kuştin, birîndarkirin, destgîrkirin, girtin, darvekirin.
Li gorî Tora Mafên Mirov a Kurdistanê li Sine yê Rojhilatê
Kurdistanê jina bi navê Soheyla Abidî (23) ku xelkê bajarokê Bîcar a Sine ye 7
sal beriya niha bi hinceta ‘kuştina bi qestî’ a mêrê ku ew di temenê 15
salî de bi darê zorê pê dabûn zewicandin, cezaya darvekirinê lê hatibû birîn.
Doh hêzên Îranê yên li girtîgehê Soheyla li girtîgeha Sine
rakirin hucreya takekesî û ew darvekirin.
Di heman demê de li bajarê Ûrmiyê jî jina bi navê Feranek
Biheştî xelkê bajaroka Tîkabê nêzî 5 sal beriya niha bi hinceta ‘kuştina bi
qestî’ a mêrê ku pê re dabûn zewicandin li girtîgeha Ûrmiyê hat darvekirin.
Ji aliyekê ve siyasetên dijî jin ên rejîma Îranê û ji aliyê
din ve jî feraseta zilamsalarî û paşverûtiya di civakê de heyî, rê li ber
cînayetên jinan vedike.
0 Yorumlar