Duh bi şev li çoltera Çiyayê Bagokê artêşa Tirk a dagirker operasyonek leşkerî da destpêkirin. Ji ber operasyonê li hinek gund û mezrayan derketina derve hate qedexekirin.
Li çoltera Çiyayê Bagokê yê bi navçeya Nisêbîna Mêrdînê
artêşa Tirk a dagirker duh bi şev operasyonek leşkerî hat destpêkirin. Bi
helîkopteran leşker sewqî Çiyayê Bagokê hatin kirin û bi operasyonê ve girêdayî
li gundê Merbabê û mezrayên wê qedexeya derketina derve hat ragihandin.
Li gor daxuyaniya Walîtiya Mêrdînê belav kiriye, hat
destnîşankirin ku qedexeya derketina derve wê heya daxuyaniya duyemîn
berdewam bike.
0 Yorumlar