Li gorî rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty İnternational) Îranê di nava 6 mehên destpêkê yên îsal de herî kêm 251 kes hatine darvekirin.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty İnternational)
ragihand ku Îranê ji serê salê heta dawiya meha Hezîranê herî kêm 251 kes dar
ve kiriye.
Li gorî vê rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty
İnternational) 146 kes bi sûcê kuştinê û 86 kes jî bi sûcê bazirganiya bi
madeyên hişber hatine darvekirin.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty İnternational) sala
borî ragihandibû ku di nava salê de 314 kes hatine darvekirin. Li gorî rewşa
xuya dike, li Îranê darvekirin zêde bûye.
0 Yorumlar