Berdevka Komîteya Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Mexmûrê, Sultan Yildiztan li ser rewşa pirsgirêkên jin yên ku tên jiyankirin axivî û got: “Pêwiste êdî jin xwedî li ked û vîna xwe derbikeve.”
NÊRGÎZ KARA - ROJEV
Berdevka
Komîteya Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Penaberan ya Mexmûrê, Sultan
Yildiztan di têkildarî nakokî û pirsgirêkên ku di nava malbatan de rû didin û
dibin sedemên parçebûna malbatan ji rojnama me re axivî û wiha peyîvî: “Çi dibe
bila bibe pêwîste em destê hev bigirin û pirsgirêkên xwe bêyî ku em serlêdan li
cihekî cûda bidin, bi rêyek herî baş çareser bikin.”
Sultan
Yildiztan di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser rol, ked û mîsyona jinê
û wiha got: “Ev nêzî 30 salin em penaberin, me di vê penabertiyê de hem kesayeta
xwe hem ji rolê jinê ku berê çawabû û niha çawaye me naskir. Dema em digihijin
qenetek jî emê bibînin ku jin niha kedek bê hempa daye meşandin û roj bi roj ev
ked mezintir dike û dide meşandin. Lê belê hîna ev ked ne têrkere ji ber ku ked
û xebata jin dide weke di nava malbat û civakê de barek girane, pêwistî pêheye
ku ev rewş hîna zêdetir were têrker kirin. Dîsa civak dibêje; ‘jin nebe civak
jî nîne’ ev rastiyeke ji ber ku jin stûna malê ye, ger jin nebe ne malbat ne jî
civakek baş çêdibe. Pirsgirikên jin yên di nava civakê de her çiqas zêde nebe
jî, lê hîn jî heye. Pêwiste êdî jin li kesayet û vîna
xwe xwedî derbikeve.”
‘pêwiste
xwedî li keda xwe derkeve’
Dayîka
Sulta di berdewamiya axaftina xwe de da diyar kirin ku êriş di her alî de li
ser jinê tê pêkanîn û wiha anî ziman: “Wek mînak ez dixwazim îşaret bi wê çendê
bikim, dema keçek yan jî jinek bûyerek tê serî em hemû pê di êşin, ger tiştek
serkeftî be ew serkeftina me ye, ger kêmasiyek be ew kêmasiya me tevane. Ji ber
vê çendê pêwiste bertekê jin cûda be, li hemberî bûyerê ku rû didin pêwiste em
ti caran layîqê xwe, malbata xwe û gelê xwe nebînin. Dema mijar dibe jin em bi
saetan nîqaş bikin, emê nekaribin jinê pênase bikin. Lê belê ez dixwazim bi
kurtî bêjim ku keda jinê geleke û pir ked dide, lê
pêwiste li wê kedê xwedî derbikeve. Dîsa jinên ciwan ji her milî de êrîş li
ser wana heye, yan bav, bira, mam û herwiha ya civak jî. Di roja me ya îro de
jî di wargehê de hinek tişt rû didin, kes li me xweyî dernakeve pêwiste em
bixwe xwedî li hev derbikevin.”
‘Xwe
kujî ne çareye’
Herî
dawî Sultan Yildiztan ev tişt gotin: “Dema ku em li rewşa xwe ya berê temaşe
bikin, emê bizanin ku kesek yê me nebû arîkariya me bike, wek jin neheqiya ku
li me dihat kirin, cihek nebû ku em serlêdan bikin û mafê xwe bipirsin. Dema ez
hîna ciwanbûm di gundê me bixwe de gelek jin û keçên ciwan ji ber pirsgirêkên
malbatî xwe dikuştin. Ne dikarîn derdê xwe ji kesekê re bêjin ji xwe re mirin
helal didîtin. Lê belê di vê çaxê de di wargehê bixwe de saziyên me yên jinan
hene. Dema keçek di nava malbatê de aramî nedît, bila serlêdan li cihên din û
tiştên cûda neke, bila biçe Meclîsa Îştar yan jî saziyên jin yên ku taybet li
ser pirsgirêkên jinan disekinin derdê xwe jêre bêje da ku bikaribin pêre bibin arîkar.
Ger em jin arîkariya hevdû nekin wê ev cîhana hinde
mezin li me bibe zindan. Dema mirovek bê çareserî dimîne serlêdan li xwe
kujî, ji mal revîn û gelek tiştên din dide. Bila jin û
keçên me bizanibin ku xwe kujî ne çareseriye. Mirov gelek pê di êşe ji ber
ku xwe kuştin tiştek asayî nîne. Ez dixwazim herî dawî bêjim ku pêwiste em jin
gel hev arîkar bin, çi dibe bila bibe em destê hev bigirin û pirsgirêkên xwe
bêyî em serlêdan li tiştên cûda bikin, bi riyek herî baş çareser bikin.”
0 Yorumlar