Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku di êrişa hewayî ya li dijî wesayîta li Eyn Îsayê de, 2 endamên wan şehîd bûn û 2 jî bi giranî birîndar bûne.
Balafireke
bêmirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker li nêzî Kampa Koçberên Girê Spî
wesayîtek hedef girt.
Hêzên
Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî hedefgirtina wesayîtê daxuyaniyek
da.
Di
daxuaniyê de ev agahî tên dayîn:
“Di
bombebarana dewleta Tirk a dagirker a li Eyn Îsayê de 2 endamên hêzên me şehîd
bûn.
Ji
ber bêdengiya navneteweyî li hember êrışên dubare yên dagirkeriya Tirk li ser
herêmên me, êrişên dewleta Tirk a dagirker berdewam dikin. Vê sibehê balafirên
bêmirov hêzên me yên li Eyn Îsayê dema ku erka xwe pêk dianîn, kirin hedef. Di
encamê de endamên me Beşar Mihemed Elî Bozan û Cîhan Mihemed Mistefa şehîd bûn,
2 endamên me jî bi giranî birîndar bûn.
Ev
êriş erka me ya parastina gelê me asteng nake, em ê di oxira wê de tiştên
giranbiha feda bikin.”
0 Yorumlar