Ticker

10/recent/ticker-posts

‘Ev nexweşî cûreyek ji vîrosê ye’

Dr. Mehmed Unver balkişand li ser nexweşiya nû ya ku di wargehê de belav dibe û wiha got: “Pêwîste kesên nexweşiyên wan yên kronîk heyî û bi vê nexweşiyê dikevin zû serdana nexweşxaneyê bikin.”

Têkildarî pêla nexweşiya nû ya belav bûyî Bijişkê Nexweşxaneya Şehîd Hogir, Mehemed Unver li ser rewşa nexweş û parastina wan ya ji vê nexweşiyê ji rojameya me re axivî û diyar kir ku kesên bi nexweşiyê dikevin pêwîste xwarin, vexwarinên xwe baldar bin û ji malê dernekevin û got: “Ji ber ku ev nexweşî jî cûreyek yê vîrosê ye, di demek kurt de derbazî kesan dibe. Li gorî wê, pêwîste kesên nexweş temasa fizîkî li ger derdor pêkneyîne.”

Mehmed Unver di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku ev nexweşî li hemû derê belav bûye û got: “Ev nexweşî ne tenê li wargehê, li giştî herêmê û Iraqê ji belav bûye. Me testek wisa nîne ku em bikaribin vê nexweşiyê tesbît bikin, lê li gorî amarên Wezareta Tendirûstî ya Iraq û Herêm dibêjin; ‘Ev nexweşî pêlek nû ya Koronayê ye û li cîhanê giştî ji belav bûye.’ Nişaneyên vê nexweşiyê ne wek ya koronayê ye, wek wê nexweşiyê mirovan na êşîne. Lê dîsa heta radeyekê mirovan dixe. Ev nexweşî bi qasî 4 heta 5 rojan berdewam dike. Nîşaneyên nexweşiyê, êşana laş ya zêde, bêtaqetiya laş, xwarin ne xwarin, ser êşiyek zêde, ta û koxîn nîşaneyên sereke yên vê nexweşiyê ne. Bê guman ji ber ku ev nexweşî ji cûrek yê vîrosê ye, wergirtina nexweşiyê di demek kurt de pêşdikeve. Ev yek ji dibe sedem ku rojane nexweşên me zêdetir bibin. Di rojekê de 40-50 kes ji bo vê nexweşiyê serdana nexweşxaneyê dikin. Mirovên ku herî zêde ev nexweşî wan aciz dikin, piranî kesên bi temen, kesê nexweşiyên wan yên kronîk yên weke tansiyon, şekir, dil û yên ku bergiriya laşê wan zeîf û zarok vê nexweşiyê girantir derbaz dikin.”

‘Pêwîste fêkî, av û xwarinê rehn zêdetir bê xwarin’

Unver di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ji bo parastina derdorê xwe ji vê nexweşiyê, divê kesê nexweş di mal de bimîne û temasê li gel derdor neke û wiha pêde çû: “ Kesên ku nexweş, ji bo derdora xwe ji nexweşiyê bi parêzin divê di malên xwe de bimînin, zêde dernekevin ji derve. Ger derbikevin jî, pêwîste temasê bi kesê re çêneke û karanîna maskeyan esas bê girtin. Di heman demê de kesên ku bi vê nexweşiyê dikevin, bêhndan pêwîstiya serekeye. Ji bo laş li hember nexweşiyê xwe ragirbe, divê xwarin û vexwarina xwe baldar be, hîn zêdetir fêkî, av û xwarinên rehn bê xwarin, ji bo bikaribe di demek kurt de nexweşiya heyî derbaz bike.”

‘Di vê nexweşiyê de paqijî gelek girînge’

Dr. Mehemed Unver wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Kesên ku ji demê me diyar kirî zêdetir dibin bandoriya nexweşiyê de bimînin, yên weke koxîna zêde, taya zêde, nefestengî û kesên xwediyê nexweşiyên kronîkin divê serdana nexweşxaneyê bikin. Wê li gor nexweşiya heyî tedawiya pêwîst bê kirin. Di vê nexweşiyê de paqijî gelek girînge, divê paqijiya xwe ya kesî esas bigire. Derdorê nexweş têde dimîne, pêwîste paqij bêgirtin, ji ber ku qirêjî nexweşiya heyî û belavbûna nexweşiyê zêdetir dike.”    

Yorum Gönder

0 Yorumlar