Ticker

10/recent/ticker-posts

15’ê Tebaxê di xebatê me de gevek e - Beşa 1

15’ê Tebaxê di xebata me de gavek e, weke gavên din, dema hevalan ev gav avêt, nikarîbûn berpirsyartiya mezin bigirtina, her roj bar dima ser me. Me xwe ba neda, xwe li paş jî nexist. Dijmin digot 48 saet, 72 saet, sê rojan de em ê wan ji holê rakin. Sê roj bû sê meh, sê meh bûn sê sal, sê sal bûn neh sal. Niha mirov dikare bêje ji dijmin bêhtir em li welêt xurt in. Me serê çiya hemû girtine. Dijmin nikare, pir zêde pêngavan pêş bixe; bi hezaran pêngav çêkirin, nikarîbû me ji holê rakin, biqedînin. Me bi mirovên ji dijmin bêhtir zirarê didin xwe re ev kar meşand, bi sebreke mezin, bi aqilmendî jî meşand. Min heyf bir heyfa miletekî, ya rast jî ev e. Heyfa din şerm e. Ku bi usûla we mirov heyfê hilîne şerm e, di nêrîna min de. A rast ev bû. Vî şerî bi awayekî xurt em bi xwe ve girêdan. Ez bawer nakim di dîroka gelan de ti kes weke me wiha xwe ji tinebûnê, li hember dijminekî di dinyayê de pir xurt xwe wiha li ser piyan bihêle, xwe nexe, xwe nekuje, xwe nede ber tinebûnê. Hûn jî baş dizanin ku mirovekî din bûya, berde ewqas sal, nikarîbû çend saetan jî xwe hedar bikira. Di Kurdistanê de îspat bû ku mirov dikare dijmin li paş bixe. Beriya her tiştî ev nuqte muhîm e. Dijminekî hezar salan te bidehfîne, navê te rake, koka te bikole, te bi tinebûnê re rû bi rû bihêle û tu vî dijminî bikî ser serê xwe, bikî mezinê xwe, heta dawiyê jê re peyatiyê bikî, muqabilî wî tiştek li hember tune be, bi kêrekê, bi xeberekê tu nikarî li hember bisekinî; dema em rabûn li hember dijmin sekinîn rewş wiha bû. Yekî ne karîbû bêje ez Kurd im û ne jî bêje ez tiştekî dixwazim. Tevan serberdayî, tevan welat înkar kirî, nav înkar kirî, xwe berdayî heta ku çû... çû... Me di vir de girt, dijmin girt, me gel girt. Em li hember dijmin hinek tişt fikirîn, me hinek tişt ji yên weke we re, ji gel re gotin. Meseleke mezin e; ji destpekê heta niha me çi got, li ser van gotinan çi çêbûn. Niha karê me yê herî muhim bû meseleke beriya her tiştî. Di nava hemû gelê Kurd 30-35 milyon mirov de ji xwarin û vexwarinê bêhtir ev mesele tê gotin. Ti kes nikare xwe ji bin bandorê derxe û bêhtir jî roj bi roj tevlî dibin. Mezinên xwe, biçûkên xwe, peyayên xwe, jinên xwe, başiyên xwe, xerabên xwe tev tevlî dibin, têdene, her roj li ser hevin bi mirinê bi mayinê pê re ne. Mesele heta qirikê tu di xerabiyê de bî tu bêjî bes e, heta dawiyê yekî tu xistiyî bin lingê xwe, bêje bes e, ev mesele ye. Ku bi qasî serê derziyê şerefek hebe bêje bes e, ev mesele ye. Ez roj bi roj li ser vê meseleyê me, kûr dibe ev mesele. Ne ku bi çek kûr dikim tenê, na, çek ne tişteke di nêrîna min de. Niha ez li vir im, min hîn ti çek negirtine destê xwe, me hinek heval bi çek bera serê çiyê dane. Bêhtirî vê di aliyên din de jî em meseleyê kûr dikin. Li ser xwe disekinin. Tabî ez naxwazim vê pir şerm bihesibînim. Nêrîneke min jî heye, ez bi her mirovekî qayîl nabim. Yên dibêjin em mêrin, em jinin. Çi jin e, çi mêr e, ez her roj ji xwe re difikirim. Çi jiyan e, vana çi dikin, çi nakin. Ji zarokiya xwe heta niha ez razî nebûm. Çixareya xwe, çaya xwe vedixwin, xewa xwe distînin, rehetiya xwe digrin, li gorî nêrîna xwe ji xwe re jiyanekê maqûl dibinin, yê min ez her roj li serim. Hûn tev dizanin li Kurdistanê pirsa min, pirsa yekê ye quweta mezin niha di destê me de ye. Dîsa jî ez bêhtir li ser xwe disekinim, çi bikim, çi nekim. Başiya te çi ye, kêmasiya te çi ye? Ev 15 salin di vî welatî de min çi kir, çi nekir. Ji tinebûnê çi çêbû, çi çênebû. Gel çi dixwaze, çi naxwaze li ber çavên we ye. Vaye îro radyoyê got, li Serhadê 48 gund bê çek bi ser dijmin de meşiyane, zêdeyî dehan jê şehîd kirine, bi sedan birîndar kirine lê belê dîsa jî dimeşin. Gel e, ruh pê re çêbûye. Bê tişt dimeşin, meşa azadiyê ye. Li her derê wihaye. Hun dixwazin li xeberan guhdar bikin, li welat çi bû, çi nebû, çi heye, çi tine ye, her roj li welat şer heye, şer jî ne xirab e, lê bêhtirî vê mirov bi xwe li ser xwe bisekine.

RÊBER APO

Yorum Gönder

0 Yorumlar