Ticker

10/recent/ticker-posts

Arzû Îlhan: Bi saya gerîlayên azadiyê pêşî li fermana ser Êzidiyan hate girtin

Endama Komîteya Karê Derve ya Meclîsa Îştar a Wargeha Mexmûrê, Leyla Arzû Îlhan diyarkir ku di fermana 3’yê Tebaxê de bedelên mezin hatin dayîn û got; “Gerîlayên HPG û YJA Star, şervanên YPG û YPJ’ê karîn pêşî li fermanek mezin bigrin. Eger civaka Kurd û hemû civakên heyî li derdora vê têkoşîna ku ji aliyê xelkê Şengalê ve tê dayîn bibe yek, wê rê li pêşiya fermanên din were girtin.”

XURBET TALLÎ - ROJEV

Endama Komîteya Karên Derve ya Meclîsa Îştar ya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê Leyla Arzu Îlhan di derbarê salvegera Fermana 74’an a li ser Şengalê ji Rojnama me re axivî.

‘Xwestin bi destê DAIŞ’ê şêweyekê bidin Rojhilata Navîn’

Leyla Arzû Îlhan destpêkê balkêşa ser hedefgirtina civaka Êzîdî û da zanîn ku êrîşa ji aliyê DAIŞ’ê ve li ser Şengalê çêbûyî, ji ber lewaziya di aliyê xwe rêxistinkirinê de bû û wiha pêde çû: “Dema hêzek êrişî civakekê dike, mêze dike kîjan aliyê wî lewaze destpêkê êrişî wêderê dike. Mirov dikare bêje civaka Êzîdî di wê demê de hêza wê ya xwe parastin û xwe birêxistinkirinê nebû, her wiha nedikarî biryara xwe bixwe bide, parastina wê ji aliyên hêzên PDK û Iraqê ve dihatin kirin. Me dît ku dema êriş çêbûyî bêyî ku guleyekê biteqînin herdu aliyan hêzên xwe ji Şengalê vekişandin. Li aliyê din civaka Êzîdî xwedî baweriyek kevin, xwirt û xwedî taybetmendiyên civakîne. Bi vê civaka Êzîdî mirov dikare bêje xwestin taybetmendiyên civakî yên ku di Rojhilatan Navîn û Kurdistanê de heyî têkbibin, ji bo wê êrîşek bi vî awayî pêkanîn. Dema mirov dibêje êriş bi destê DAIŞ’ê hat kirin bê guman di vêderê de hêza ku êrişî Şengalê kirî ne DAIŞ’e, ji ber ku DAIŞ’ê wê demê şerê wekaletê dikir. Sîstema desethilatdar xwestin bi destê DAIŞ’ê şêweyekê bidin Rojhilata Navîn ji bo wê êrişek evqas hovane bi ser civaka Şengalê de anîn. Her wiha mirov dikare bêje ev êrîş di kesayeta civaka Êzîdî de li ser tevahî gelê Kurd hat pêkanîn. Dema ku êrişa li ser Şengalê çêbûyî, fermana Şengalê hatî plankirin, di heman demê de êrişî li ser Mexmûr û Rojavayê Kurdistanê jî kirin. Armanca DAIŞ’ê ewbû ku tevahî Kurdistanê bixe bin bandora xwe û siyaseta xwe ya şerîetê ya ku tenê xwe li ser xwînmijiyê dide jiyankirin li ser civaka Kurd serdest bike.”

‘Ne ji gerîla ba, wê komkujiyên mezin pêkbihatan’

Leyla di dewama axaftina xwe de dibêje; “Eger têkoşîna gelê Kurd bi taybet têkoşîn û parastina gerîlayên HPG û YJA Starê nebûya, wê qirkirinên hîn mezintir li Başûrê Kurdistanê bihatiba kirin. Mirov dikare bêje bi saya gerîlayên HPG û YJA Star pêşiya vê fermanê hat girtin û em di roja îro de dibînin ku DAIŞ kêm jî be hat bê bandorkirin. Di aliyê din de ango beriya fermanê û piştî fermanê rewşa gelê Êzîdî, wek me destpêkê jî gotî civaka Êzîdî beriya fermanê di herêmê de xeleka herî lewaz bû. Ji ber ku civak bi parastin û rêxistinkirina xwe dikare xwe li ser lingan bigre. Mixabin ev herdu xalên girîng beriya 2014’an di nava civaka Êzîdî de nebû, lê dema em piştî fermanê mêze dikin, mirov dikare bêje civaka Êzîdî bi paradîgmaya Rêber Apo ya ku hemû civak bikaribe xwe biparêze, xwe birêxistin bike encex wisa bikaribe hebûna xwe berdewam bike, têkoşînê dikin.

Li ser vê paradîgmayê gelê Êzîdî niha di asta rêxistinkirina civakî de, di asta rêxistinbûna leşkerî de û her wiha di asta dîplomasî de ku bikaribe mafê xwe ji derve de bixwaze ye. Bi wêve girêdayî di asta rêxistinbûna jin û ciwandan de mirov dikare bêje pir bilez derbaz kir û destkeftiyên pir mezin bi destxistin. Eger em balê bikişînin li ser êrişa li Şengalê zilam dihatin qetilkirin lê jin weke kole dibirin. Jinên Êzîdî li bazaran hatin firotin, bi vê rêbazê xwestin civakê teslîm bigre û rûmeta civakê bişkêne. Lê îro em dibînin li hemberî vê kolekirin û bê rûmetkirina jinan û di kesayeta jinan de bê rûmetkirina civaka Êzîdî, jinên Êzîdî pêşengtiyê ji xwe rêxistinkirin, parastin, li mafê xwe xwedîderketinê re dikin. Di pêşengtiya TAJÊ, YBŞ û YJŞ’ê de civaka Êzîdî carek din li civaka xwe da nîşandan ku  emê bi êrişan tine nebin û ji bo hêzên desthilatdar yên ji der ve de jî dan diyarkirin ku hûnê bi siyaset û êrîşan nikaribin me bê rûmet, bê îrade bike û hûnê nikaribin me ji holê rabike.”

Leyla Arzû herî dawî got: “Têkoşînek ji aliyê civaka Şengalê û jinên Şengalê ve tê dayîn, eger civaka Kurd û hemû civakên heyî li derdora vê têkoşîna ku ji aliyê xelkê Şengalê ve tê dayîn bibe yek, mirov wê bikaribe rê li pêşiya fermanên ku were bigre.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar