Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê bi wesîleya meha Mûharremê daxuyaniyek weşand. KCK’ê di daxuyaniya xwe de got; “Elewî û Misilmanên Şîî dema Huseyîn û hevalên wî bi bîr tînin ev tişt tê wateya ku zalimtiya li Kerbelayê ya ku di meha Mûharremê de hatiye kirin jî, neyê jibîrkirin.”
Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê derbarê meha rojiya şînê
ya ku Misilmanên Şîî û Elewî digirin daxuyaniyek da. Ji ber ku 12 îmamên ku tê
diyarkirin ji eslê Ehl-î Beyt in ên ku 5 heb jê ji aliyê rêveberiya Emeviyan û
7 jê ji aliyê rêveberiya Abbasiyan li Kerbelayê hatin şehîdxistin, ev rojî tê
girtin.
Daxuyanî wiha ye:
“Misilmanên Şîî û Elewî ketin meheke din a Mûharremê. Bi
bîranîna têkoşîna heq û edaletê ya ku Hz. Huseyîn li hemberî zalimtiyê kirin,
dest bi rojiya Mûharremê kirin. Tevgera me jî diyar dike divê trajediyên civakî
û baweriyê yên wisa careke din neyên jiyîn û divê neheqî û zilmên pêk hatine jî
bi dawî bibin. Em bang li hemû kesên alîgirên heq û heqîqetê dikin ku, divê îro
li hemberî Yezîtan li ser xeta hemdem a Huseynî bin.
Kerbela, rojî û rojên şînê tê wateya bîranîna ku Elewî û
Misilmanên Şîî Huseyîn û hevrêyên wî bi bîr tînin û di heman demê de zalimtiya
di meha Mûharremê de ya li Kerbelayê jî nedin jibîrkirin. Berxwedana li
Kerbelayê û helwesta Hz. Huseyîn îro herî zêde bang li Elewiyan dike ku bibin
Huseynî. Ji ber ku Yezîtên ku dewleta Tirk bi rê ve dibin di warê bawerî û
civakê de gefan li ser Elewiyan dixwin, li ser Elewiyan zext û şîddetê dikin.
Dewleta Tirk a ku nûnerê kelepora Yezît e, di dîrokê de gelek caran Elewî qetil
kirine. Qirkirina çandî ya li ser Elewiyan û êrîşên asîmîlasyonê ji her demê
zêdetir bi tundî tên kirin. Îro jî li ser Elewiyan qetlîameke mezin heye û divê
were dîtin ku rewşên xeteretir wê were jiyîn. Ji ber van tiştan vê meha
Mûharremê ya ku em ketinê, ji bo Elewiyan di rewşeke xerabtir de hatiye destpêkirin.
Ji ber ku Tirkiye ji aliyê feraseta Yezît tê birêvebirin ev xetere pêk tên.
Elewiyên ku van xetereyan dibînin em bawer in divê bîranînên meha Mûharremê,
îbadet û xizmeta xwe û yekîtiya xwe xurttir bikin û di nav têkoşîna demokrasiyê
de refên xwe xurttir bikin.
Elewî li ser xeta têkoşîna wêrek û fedakarî ya Îmam Huseyîn
dikarin xetereya li ser bawerî, çand, ziman, hebûn û azadiya xwe bişkînin. Bi
vê wesîleyê em bang li hemû Elewiyan dikin ên ku helwesta Huseynî li ser axa
Rojhilata Navîn wekî têkoşîna azadî û demokrasiyê, ruh, bawerî û bîra wê
dibînin, li ser xeta Huseynî li hemberî zaliman helwesta xwe diyar bikin. Em
bang li kesên ku Îmam Huseyîn wekî rêberê xwe dibînin dikin ku bila bibêjin
heke zilma zaliman hebe wê her dem Huseyînên mazlûman jî hebe. Tevgera me li
ser wê baweriyê ye ku têkoşîna li hemberî dewleta Tirk a ku dijminatiya gel û
baweriyan dike, tê wateya domandina kelepora Kerbelayê. Ji ber vê têkoşîna li
hemberî faşîzma AKP û MHP’ê ya ku serkêşiya Yezîtê dike, tê wateya nûjenkirina
rastiya Huseynî ya têkoşîna demokrasiyê.
Li her cihên ku Yezît lê hene, divê Elewî ji ber baweriya
xwe bi awayekî xurt tevlî têkoşîna demokratîk bibin. Em bawer in wê Elewî jî
berxwedana li Kerbelayê ya di vê Mûharremê de bêtir bi bîr û baweriyê bi bîr bînin.
Baweriya Tevgera me ev e têkoşîna civakeke ku berxwedana Kerbelayê bi
berxwedanî bi bîr tîne û ji bo ku bîranîna wê îbadetê dike, divê ev be. Em
dixwazin balê bikişînin ser vî tiştî ku rê û cewherê Elewîtiyê ev e. Aliyê
refên ku berxwedana li Kerbelayê dimînin, her dem bûye têkoşîna azadî û
demokrasiyê. Em bawer dikin hemû kesên ku berxwedana li Kerbelayê wekî heq û
heqîqet dizanin, berxwedana li hemberî Yezîtên hemdem jî xizmeta herî pîroz e.
Di vê meha Mûharremê de ya ku dest pê kiriye bi wesîleya îbadet,
bîranîn û şîngerandinê em careke din niyaz dikin ku kesên Îmam Huseyîn di dilê
xwe de hîs dikin wê rojî û xizmeta wan di deftera heqiyê de were nivîsandin. Em
bang li hemû dildarên Huseyinan, Hz. Huseyîn û hemû canên şehîd bûne dikin ku
li hemberî zilmê wan di têkoşîna xwe de bidin jiyîn. Bi vê wesîleyê em wekî
tevgera hemdem a Huseynî diyar dikin ku bîranîna wan di Têkoşîna Azadiyê ya
Kurdistanê de dijî, em bang li hemû kesan dikin ku bila tevlî nav refên
demokrasî û têkoşîna azadiyê bibin, li hemberî kelepora Yezît a ku hewl dide
gelan, çandan, baweriyan, jinan, derdorên demokratîk û çepgir qir bike jî
berxwedanê geş bikin.”
0 Yorumlar