Bersivên Gel:
-Hedefgirtina koka Kurd û Êzidiyan.
-Encam kirina jînosayta Êzîdiyan.
-Qirkirina Êzîdiyan e.
-Qirkirina netewyekê ye.
-Xiyaneta PDK’ê ye.
-Rastiya gelekî windakirin e.
-Tinekirina olê Êzîdiyan e.
-Di kesayeta Êzîdiyan de tinekirina
gelê Kurd e.
-ji holê rakirina jinê ye.
-Qirkirina çanda resen ya Êzîdiyan
e.
-Rastiya PDK’ê ye.
-Armanc valakirina Şengalê bû.
-Tinekirina dîroka Kurdan e.
Wateya
peyva ferman, hem wek ragihandina biryarek ji aliyê rêveberekî civakê ve ku tê
gotin ‘Wiha hatiye ferman kirin’ wek din di gelek ferheng û pirtûkan de jî bi
wateye qirkirin û tinekirina mirovan jî hatiye bikaranîn. Herî zêde ferman li
kêleka civaka Êzîdî di pirtûk, destan û serpêhatiyan de di nava hevokekê de
hatin bikaranîn. Fermana 3’ê Tebaxê ya li ser civaka Êzîdiya pêkhatî jî yek ji
van mînakan e. Ji ber ku civaka Êzîdî li hember hemû hovîtiyên dewlet û
desthildaran heyîna xwe parastiye, gelek caran rastî fermanan hatin û heta roja
me ya îro jî qirikirina ol û civaka Êzîdî berdewam dike. Fermana ku di 3’ê
Tebaxê de li ser Êzîdiyan hatî pêkanîn ne ya destpêkê bû û wê ne ya dawî jî be,
dixwezin bi van fermanan ol û baweriya civaka Êzîdî tine bikin û wan bê bingeh
bêhêlin. Li gorî belgeyan 74 ferman li ser Êzîdiyan pêkhatiye. Lê ji ber ku
belgeyên dîrokî yên rasteqîne nehatin bidest xistin, nayê zanîn ku di rastiyê
de civaka Êzîdî çend caran rastî fermanê hatiye. Dewletên dagirker vê carê
xwestin bi destê DAIŞ’ê olê Êzîdiyan li Şengalê tine bikin. Civaka Êzîdî xwedî
bîr û baweriyekî xurte ji bo wê yek tenê jî ji Êzîdiyan bimîne, wê ola xwe biparêzin.
Bi hezaran Êzîdî li ser bîr û baweriya xwe hatin kuştin lê dîsan jî baweriya
xwe parastin. DAIŞ’ê bi armanca tinekirina olê Êzîdiya êriş li ser gelê Şengalê
pêkanîn û xwestin bi destgirtina jinên Êzîdî, Êzdiyatiyê teslîm bigrin û
baweriya wan tine bikin. Lê bi berxwedana şervanên azadiya Kurdistanê û gelê
Şengalê, DAIŞ li ber çavê cîhanê giştî li Şengalê şikest. DAIŞ di her cihê ku
êriş kirî de xwe bi cih kir, lê nekarî xwe di Şengalê de bi cih bike. Tişta
girîng ew bû ku DAIŞ’ê nakarî li hember berxwedana şervanên azadiyê û gelê Êzîdî
raweste. Ferman di 3’ê Tebaxê de destpêkir hîn heta niha jî li ser civaka Êzîdî
berdewam dike. Peymana 9’ê Cotmehê ya di navaber Iraq û Herêma Kurdistanê de li
ser Şengalê hatî pêkanîn jî berdewamiya vê fermanê dide diyar kirin. Dewleta
Iraqê naxwaze civaka Êzîdî bihêz bibe û xwesertiya xwe avabikin, di xwazin her tim
dibin destê wan de bin û desthildariya xwe li ser Êzîdiya ferz bikin. Demekê
dewleta Iraqê xwest çekên di destê şervanên Şengalê de derbixînin ev jî yek ji
planên wan yên tinekirina Êzîdiyan bûn. Lê bi saya xwesertiya ku li Şengalê
hatî avakirin, nekarîn serbikevin. Êzîdiyên Şengalê bi avabûna xwesertiyê re
hîn zêdetir xwe naskir, xwe perwerde û zana kirin. Çi fermana ji niha û şûnde bê
li ser gelê Êzîdî, wê wek yên destpêkê bi ser nekevin. Gelê Êzîdî êdî bixwe xwe
di parêze bawerî bi kesê nayîne ku kesek din wan biparêzin. Ji ber ku beriya fermanê
hêza Iraq û ya PDK’ê ji li Şengalê bû, lê gelê Şengalê ji fermanê rizgar
nekirin û ew di nava destê DAIŞ’ê de hiştin. Ji ber ku civaka Êzîdî ev rastî bi
çavê xwe dît, niha jî bawerî bi ti hêzên ku dibêjin emê we biparêzin nayînin. Dewlet
dibêje, kî dibêje bila bibêje baweriya civaka Êzîdî bi ti hêzek din ne maye ku
wan biparêzin. Gelê Şengalê bi hêza xwe ya xwesertiyê, wê xwe li hember hemû
êrişan bi parêzin.
0 Yorumlar