Ticker

10/recent/ticker-posts

Nasnameya 4 şehîdên QSD’ê hatin eşkere kirin

QSD’ê nasnameya 4 şervanên ku di 25-30’ê Tîrmehê de li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd bûn, aşkere kir.


Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyanyekê nasnameyên 4 şehîdên xwe aşkere kirin.

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye:

“Hêzên me, Hêzên Sûriya Demokratîk bersivandina êrîşên hêzên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin û berxwedaneke dîrokî nîşan dide. Ev berxwedan ji ber baweriya şervanên me ya bi erka niştimanî û mirovî ya parastina gelê xwe û herêmên xwe ji hemû êrîşan e.

Şervanên me di hemû qadan de wêrekiya xwe îspat kirin, planên dagirker û çeteyan têk birin, hin ji wan gihiştin asta şehadet û nemiran.

Wekî her car, dijmin rêbazên qirêj li dijî hêzên me bi kar tîne, bi tank û obusan bê serûber topbaran dike. Her wiha balafirên bê mirov û bi çek kar tîne, bi vê yekê bêçarebûna xwe li hemberî hêzên me nîşan dide.

Dagirkeriya Tirk qada êrîşên xwe zêdetir kirin ku piraniya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da ber xwe. Di 25’ê Tîrmehê de hevalê me Azad Aşûrî bi navê rast Qeys Berxo Silîviya yê ji pêkhateyê Asûr ê Mûsilê ye di êrîşeke bi balafireke bê mirov û bi çek a dagirkeriya Tirk de li gundekî girêdayî herêma Girê Spî şehîd bû. Hevalê me yê şehîd demeke dirêj li hemberî hêzên terorîst şer kir û di piraniya pêngavên li dijî rêxistina ‘DAÎŞ’ a terorîst de cih girt. Her wiha di bersivandina êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên me de cih girt. Hevalê me bi baweriya bi edaleta doza me di projeya neteweya demokratîk û xwişk û biratiya gelan de di demeke zû de tev li hêzên me bû.

Her wiha hevalê me Kawa bi navê rast Ehmed Hemîd El-Heneş di 28'ê Tîrmehê de dema li ser karê xwe bû li herêma Zîban a gundewarê rojhilat ê Dêrazorê tev li karwanê nemiran bû.

Hevalê me Mihemed Şaman bi navê xwe yê rast Mihemed Hesen Şaman di 29'ê Tîrmehê de ji ber şaştiyekî di perwerdeya leşkerî de li herêma Sirînê şehîd bû.

Hevalê me Girnas Hesekê navê rast Ramî Hemûd El Heco piştî berxwedaneke mezin û sekineke ku nayê wesifkirin li hemberî dagirkeriya Tirk nîşan da, di 30'ê yê Tîrmehê de di topbarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de li herêma Zirganê şehîd bû.

Em sersaxiyê ji malbatên her çar şehîdan, tevahî malbatên şehîdan û gelê xwe re dixwazin û soza xwe bi wan re nû dikin ku em ê tola wan ji dijminên kujer hilînin, em xeta şehîdan bişopînin heta ku hêviyên wan ên serkeftin û rizgarkirina herêmên dagirkirî pê bînin.

Nasnameyên her çar şehîdan wiha ne:

Nasnav: Azad Aşûrî

Nav û paşnav: Qeys Silîviya

Navê dayikê: Nesîma

Navê bav: Berxo

Cih  û dîroka jidayikbûnê: Mûsil /1994

Cih û dîroka şehadetê: Gundê Qurinful ê Girê Spî/25'ê Tîrmeha 2022

***

Nasnav: Kawa

Nav û paşnav: Ehmed El-Heneş

Navê dayikê: Raciha

Navê bav: Hemîd

Cih û dîroka jidayikbûnê: Dêrazor/1955

Cih û dîroka şehadetê: Zîban-Dêrazor/28'ê Tîrmeha 2022

***

Nasnav: Mihemed Şaman

Nav û paşnav: Mihemed Şaman

Navê dayikê: Fatima

Navê bav: Hesen

Cih û dîroka jidayikbûnê: Sirîn/2002

Cih û dîroka şehadetê: Sirîn/29'ê Tîrmeha 2022

***

Nasnav: Girnas Hesekê

Nav û paşnav: Ramî El-Heco

Navê dayikê: Xasa

Navê bav: Hemûd

Cih û dîroka jidayikbûnê: Hesekê 1995

Cih û dîroka şehadetê: Gundê Esediyê yê Zirganê/30'ê Tîrmeha 2022”

Yorum Gönder

0 Yorumlar