Parlamenterek Hevpeymana Fetih diyarkir ku tê payîn di rojên pêş de Çarçoveya Hemahengî bi serokê PDK’ê Mesud Barzanî re bicive.
Piştî vekişîna Tevgera Sedir ya ji parlamentoyê, liv û tevgera siyasî ya ji bo pêkanîna hikumeta nû dewam dike. Parlamenterê Hevpeymana Fetih Entîsar Cezaêrî derbarê mijarê deji Rojnews re axivî.
Entîsar got ku ji bo pêkanîna hikumeta nû ya Iraqê, tê payîn bi navbeynkariya serokê parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî, Çarçoveya Hemahengî û serokê PDK’ê Mesud Barzanî kom bibin.
Entîsar got; “Çarçoveya Hemahengî hemû eger û rewşa nav mala Suniyan beçavan digre û raste rast bandorê ser pêkanîna hikumeta hevpeymanî nabe. Hemû komên Suniyan ji bo pêkanîna hikumetê hewl didin.”

0 Yorumlar