Zîlan tê
zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem
û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka evînê jî nehatiye derbas bûn. Gotineke ku li
şûna evînê tê gotin heye. Dawiya wê jî Zîneke ku zimanê wê jî nîne û nikare
rabe ser xwe, dîsa Memê ku nikare du gavan biavêje ango ti hêzeke xwe jî nîne.
Di vê destana klasîk a evînê de jî ji kêleka evînê re derbas nabin. Dema em
sêsed salên pişt re tînin pêş çavên xwe, êdî gotina evînê jî nayê kirin. Ti kes
nikare bi yek gotinê li ser hezkirineke xweşik tiştekî binivisîne. Di vir de
niha me evîn çiqasî afirandiye yan jî ne afirandiye ewqasî girîng nîne. Lê belê
îdîayek û çalakiyeke me heye. Em dixwazin vê bi jinê re bikin. Ji vê re kî çi
navî lê dike bila lê bike ne girînge. Min xwe danî holê. Rêhevalên me, jinên me
yên em pê bandor bûne û me bandor kiriye li holê ne. Bê guman dibe ku ev ji min
hîn zêdetirî wê hêvî bikin, lê belê ya ku di me de pêk hatiye ewqase. Min xwest
ku ez bibim mirovekî ku weke ew dixwazin heta bibim zilamekî wiha û vê jî bi vê
wesîleyê bînim ziman.
Gotineke
ku ez vê salê gelekî bi kar tînim jî “kuştina zilam” bû. Wateya kuştina zilam,
kuştina zilamê ku li hemberî jinê ji rewşeke ku ji zilamekî, ji zordestekî, ji
yekî ku tine dike, ji rewşeke her alî ve kirêt wêdetir nîne ye. Her zilamek
taybetî zilamên di nava me de neçare ku vê bizanibe. Gelo ma ezê rewşa zilamên
wiha yên li hemberî jinê çi bikim? Ev zilamtî jî jixwe zilamtiyeke ku ti tişt
ji destên wî nayê ye. Nikare rast û durist şerekî bide, nikare rast û durist taktîkekê
jî derbasî jiyanê bike. Zelale ku ev zilam di keçeke Kurd û jineke Kurd ku hişê
wê şiyar dibe de tiştekî rave nake. Li hemberî mezinbûneke weke Zîlan zilamtiya
klasîk zelale, pênc qirûşan nake.
Divê her
kes bizanibe ku êdî dema bi ajoyên zayendî yên çors ve çûyîna ser jinê derbas
bûye. Divê êdî were zanîn ku bûyera jê re jin jiyanî ye û çalakî ye tê gotin,
ji ber wê jî bi qasî ku hindekî din gotin vekirîbûnê, xwe anîna asteke nêzîkî
wekhevî û azadiyê jî girînge. Weke din bi jinê re hevdîtin û hevpeyvîn ne
gengaze. Ger rêzdarî, mezinbûn û bi biryardarî hebe, ger zilamên me pêwîstiyên
vê bi cih bînin, dikarin jinekê bibînin. Gelo jin ji bo çi ewqasî bi me ve
girêdayî ne? Di giştî de zilamên me hesûdin, ji bo min girêdaniyên ewqasî mezin
jî qet pirsgirêk nînin. Hûn nikarin bi qelen –ku di civakê de ev wiha ye- di me
de jî bi xwe spartina rade û bi nîşandana hêza xwe ya wiha ve jinekê bi dest
bixin. Rêya qezenckirina jinekê bi rengê ku Zîlanê bi xwe nirxandiye dibe.
Ger hûn
balê lê bikişînin, bi vê rêhevala me ya jin re ti naskirineke min nîne. Lê belê
dikare girêdaniya xwe ya herî mezin deyîne holê. Ev xal gelekî girînge. Dixwaze
deyîne holê ku divê zilamek ji bo jinekê çawa be? Ger hûn hindekî wiha bin li
holê ye ku jinek dikare çawa were girêdan, tenê bi girêdanê namîne çawa dikare
bibe qehreman. Ger hûn vê fêm nekin mîsogere ku hûn nikarin ji xwe re bibêjin
zilam. Dibe ku li cihekî din, li derveyî me hûn
dikarin vê yekê bibêjin, lê belê di rastiya me bi xwe de ez hêvî dikim
emê vê di nava hemû gelê me de jî pêk bînin- ne gengaze ku ji vî kesayetî re
weke din rêza me hebe.
RÊBER APO - ROJEV
0 Yorumlar