Ticker

10/recent/ticker-posts

PAKREWANÊN ROJÊ: DEWRAN SORO

 Dema ku îro mirov di nava kolanên xerab û bêdeng de dimeşin êş û janek ji kûr dikeve nava dile wan. Bê ku ji asoyên fikarê xwe vegerin, keserek ji kurahiya dilê xwe dikşîne. Çavên ku wek ewiran tûj, her derdora xwe dinêre wek ku li tiştekê bigere. Kes nedizanî çima çavên  hêsir, kîjan hêvî û bi kijan pirsa li ser derdor digeriya.

Kolan bi kolan, tax bi tax Şirnexa egîdan digeriyam, lingê min her ku ez dibirim nava wan kolanan rih û laşê min ji hev qût dibûn, weke ku rihê min azadî himbêz kiribe û her wiha laşê min jî weke ku di nava cih û demek qeşa girtî de hatibe cemidan sekinî bû. Di nava  stargeha şoreşger û qehrêman de jiyan kirin, di wan keliyan de dibû rêgez, pîvan û serkeftin. Her kevirek, kolanek, perestgeh û wêneyek nexşên berxwedanê, rûkenî û wêrekiya lawê Kurd vedigot. Di gotin û awazên xwe de dida diyarkirin ku lawên Kurd her ku hebe wê çawa xwedî rûmet û welatparêziya xwe derbikevin. Gelo kî bû? Şirnex çima ewqas serbilind û xemgîn bû?

Min êdî nedikarî hest û ramanên xwe wek girtiyekê bigrim, dixwast bersivên pirsên xwe bigre. Ji bo wê digot were dayîka şehîd û gerîla, dayîka Şehîd Dewran û Şehîd Botan bibîne û pirs bike. Di hindirê reşka çavên wê de ronahiya heyî bibînê. Di ronahiya çavên wê de wateya pîroz a welatpareziyê bi lêv bike. Bi kelecan û bi baldarî dema ku me li dayîka Şehîd Dewran, Emîne Xirbikê Bestê guhdar dikir, sedema serbilindiya wê, êş û jana dilê wê naskir. Her ku qala Şehîd Dewran dikir me bersivên pirsê xwe digirt. Heval Qedrî Ûtûn ango bi nasnav Dewran Soro di sala 1994’an de, li Şirnexê ji dayîk dibe. Malbata ku di nav de mezin dibe hestên Kurdîtî û welatparezî pir ji kûr ve jiyan dike. Ev jî dibe Sedema herî mezin  ku Heval Qedrî ango Dewran jiyana xwe giştî erk û bi berpirsiyariya Şoreşa Kurdistan rabe. Di nava malbatê de tevlîbûnên ku ji bo qadên azad dihêle ku mîsyonek hîn cûdatir bide xwe.

Her wiha weke tevahî civaka Kurd, malbata heval Dewran jî zilm û zordariya dijminê Kurd ji nêzîk ve dibînin, pir caran bi wê zilmê re rû bi rû jî dimînin. Bav û birayê heval Dewran ji hila neyarên Kurd ve tên girtin ev yek jî dihêle ku Heval Dewran ked, berpirsyarî, pîvan û wêrekî jiyan bike. Di temenek pir ciwan de dest bi kar û xebatê dike, li malbata xwe û girtiyên xwe dinêre. Heval Dewran bi taybetmendî û keda xwe ji aliyê civak û malbata xwe ve pir tê heskirin. Heval û hogirên wî her tim bi rêzdarî û heskirin wî pêşwazî dikirin.

Dem hatibû ku êdî Şirnex beramberî neyarên Kurd û gelên bindest serî rake, Heval Dewran jî tevlî vê serhildanê dibe. Di nava hêzên YPS’ê de cîh digre. Kolanên Şirnexê jî weke ku dayîka Emîne hevalê Dewran hembêz dike, singa xwe ji bo Heval Dewran û hevalên wî dike mertalek ji pola. Her malek, kolanek ji bo neyarê wan dibe cihê mirin û binketinê. Zarokên egîd û mêrxas di nava wan bombardiman, tang û topan de serê xwe radikin berê xwe didin Cûdiyê Mirada û dibejin “Hûn bi me serbilindbin”. Her şervanek şopên xwe di kolanên Şirnexê de dineqişîne. Heval Dewran jî yek ji wan lehenganeye ku mohra xwe pelên berxwedaniyê xistiye.

Şirnex bi egîdên xwe, carek din serfiraziya xwe anî ziman, carek din evîndariya welat dibû sedem ku berxwedanî li ser Kurdistan şîn bibe, şewq bide. Di şerê rêveberiya xweser ango YPS’ê de heval Dewran Soro di sala 2016’an de  dikeve nava karwanên lehengan. Şopên ken, ked, hevaltî û serfiraziyê di nava kolanên Şirnexê de weke xezîneyekê mezin veşartiye. Her çiqas ew kolan hatibin hilweşandin jî lê zarokên bi hestên welatparezbûnê tegihiştî be, wê berxwedanî di reşka çavên dayîk û Şirnexa berxwedêr de bibînê.



Yorum Gönder

0 Yorumlar