Ticker

10/recent/ticker-posts

Pêwîstiyên jiyanê tê afirandin

 Nanpêjên firina Wargaha Mexmûrê diyar kirin ku hem ew bi karê xwe keyfxweşin, hem jî gel ji karê wan raziye û gotin: “Di hemû karan de zorî û zehmetî heye, lê dema karekî mirov dike tê acibandin mirov pê şanaz dibe. Em bi qasî girîngî bi çêkirina nanek xweş didin, ewqasî ji girîngî bi paqijiya firina xwe jî didin.”

Jiyan Pîran - Rojev

Her sala ku derbaz dibe gelê wargehê xwe di aliyê afinandina pêwîstiyên xwe yên rojan ne de hîn zêdetir pêşdixe û hewl didin hemû pêwîstiyên jiyanê bixwe bi afirînin. Çêkirina nanê firinê jî yek ji wan pêwîstiyane ku gelê wargehê bi xwe çêdikin û digihîn ber destê gel. Têkildarî çêkirina nan û nêzîkatiyên gel, nanpêjên firinê ji rojnameya me re axivîn û balkişandin li ser zoriyên karê xwe û gotin: “Her ku diçe kesên nanê me digirin zêdetir dibe û niha ji em hewl didin xwe bigihînin gel û esnafên navçeya Mexmûrê jî.”

‘Ez bi vî karî debara mala xwe dikim’


Fatma Îlhan ya ku di firinê de nan dipêje qala çêkirina nan û zoriyên karê xwe kir û got: “Ji ber ku werza havînê gelek germe, çêkirina nanê firinê di werza havînê de zehmetir dibe. Em di demjimêrên zû yên siharê de dest bi çêkirina nan dikin. Destpêkê yek zû tê hevîr dike heta herdu yên din tên ser kar. Dema em hersê hatin ser kar, em bi hevre dest bi çêkirina nan dikin. Ev sê sale ez li vêderê kar dikim û ji karê xwe jî hes dikim bi qasî ji destê min bê ez karê xwe jî berdewam bikim. Di hemû karan de zorî û zehmetî heye, lê dema karê mirov tê ecibandin mirov zehmetiyên xwe ji bîr dike. Ev demek dirêje gelê wargehê nan ji gel me digrin û ji nanê ku em çêdikin jî razîne. Heta niha ti gazindek li ser çêkirina nan ji me re nahatiye, em ji bi vê yekê keyfxweş dibin. Ez bi vî karî demabara malbata xwe dikim.”

‘Şêniyên navçeya Mexmûrê jî nan ji gel me digrin’

Her wiha Eyûb Şemzînî ku ew jî di firinê de nan çêdike wiha qala çêkirinan nanê somun kir û got: “Çêkirina nanê somun xwedî taybetmendiyên gelek cûdaye. Pêwîste kesên çêdikin li gorî wan teybetmendiyan tevbigerin, ger ne wisa be wê nekarin nanekî baş derxînin. Ev 8 mehe ez vî karî dikim, nanê em çêdikin ji aliyê gel ve tê ecibandin. Esnaf û gelê wargehê hemû ji vir nanê xwe digrin. Gelek malbat ji navçeya Mexmûrê jî tê nanê xwe ji gel me digrin. Ji ber wê jî em niha hewl didin xwe bigihînin gel û esnafên navçeya Mexmûrê. Ji ber ku gelê wargehê piranî bixwe nan çêdikin firotina nan ne zêdeye. Em li ser daxwaza esnafên ku em nan difiroşin wan, rojane hevîr çêdikin. Em rojane nêzî 1000 nanan çêdikin. Em gelek girîngî bi paqijiyê didin, ji ber ku paqijî jî bi qasî nan girîng e. Gelek kesên ku tên nan ji vir digrin, destpêkê paqijiya vir temaşe dikin. Heta niha ti kesê gazind ne ji paqijî û ne jî ji nan kiriye. Ez û du dayîkên wargehê nan çêdikin û rojê nêzî 8 heta 10 demjimêran kar dikin. Ji ber ku nan çêkirin jî xizmetek ji bo vî gelî ye em ji karê xwe hes dikin û bi keyfxwşî dikin. Di rojên taybet, şahî û şînan de gel zêdetir nan ji gel me digrin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar