Li wargehê di bin sêwana Kevana Zêrîn de dewreyên perwerdê yên wek diafram, saz, gîtar û erbane ji bo zarok û ciwanên wargehê tên dayîn. Zarokên perwerde dibînin, dan zanîn ku divê mirov di her kêliyê de xwe fêrî hunerê bike.
Nêrgîz Kara - Rojev
Kevana
Zêrîn ji bo zarok û ciwanên wargehê projeyek dane destpêkirin. Proje li ser
esasê xwe fêrkirina huner, enstruman û teknîkî ye. Nêzî mehekêye ev proje
hatiye destpêkirin, di vê projeyê de her çiqas di biniya Kevana Zêrîn de ev
dewre hatibin destpêkirin jî, lê wek giştî girtiye dest. Destpêkê perwerdeya
deng hatiye dayîn û temambûye. Piştî wê perwerdeyên wek dîafram, saz, gîtar û
erbane jî hatiye destpêkirin. Perwerdeya gîtar û saz nêzî hefteyekê hatiye
destpêkirin û tevlîbûnek zêde jê re çêbûye. Li ruxmê hemû bêderfetiyan jî, zarokên
wargehê çand û hunera xwe didin berdewamkirin. Xwendevanên ku xwe fêrî sazê
dikin, ji rojnama me re hestên xwe anîn ziman.
‘Em
fêrî notayên sazê dibin’
Xwendevana
bi navê Qeder Apaydin diyar kir ku ev hefteyeke perwerdeya sazê hatiye
destpêkirin û got: “Perwerdeya me pir baş derbas dibe, hejmara kesên ku tevlî
perwerdeya sazê dibin nêzî 25 kesan e. Perwerdeya
me heftiyê çar rojin, ‘Duşem, Çarşem, Înî û Şemiyê’ heye, demjimêrên me yên
perwerdeyê êvarî ji 18:00 heta 19:30’ê ye. Em niha hêdî hêdî fêrî notayên sazê,
dengê wê û têlên wê dibin. Banga me ji dayîk û bavan re
ewe ku ji bo çanda Kurdî zindî bimîne, pêwîste zarokên xwe bişînin perwerdeya
hunerê.”
‘Min ew
xeyala xwe pêkanî’
Her wiha Xurbet Arzu ya ku xwe fêrî sazê dike, destnîşan kir ku divê mirov di her kêliyê de xwe fêrî hunerekê bike û wiha anî ziman: “Ez pir kêfxweşim ku tevlî vê perwerdê bûme, pêwiste mirov ne tenê xwe fêrî amûra sazê bike, divê xwe fêrî hemû amûrên mûzîkê bike. Heskirina min a ji bo fêrbûna sazê ji biçûkahî ve hebû û her tim di xeyalê min de bû. Bi destpêkirina vê perwerdê re min ew xeyala xwe pêkanî. Niha ez û hevalên xwe, bi fêrbûna sazê re em xeyalên xwe pêktînin.”
0 Yorumlar