Ticker

10/recent/ticker-posts

QSD: 2 serçeteyên amadekariya êrişan dikir hatin kuştin

Navenda Ragihandinê yên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku 2 serçeteyên DAIŞ’ê ku li gundewarên Dêrazorê amadekariya êrişên li dijî Hesekê û gundewarên wê dikirin, hatin kuştin.


Navenda Ragihandinê yên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê eşkere kir ku yekîneyên wan ên li dijî terorê vê sibehê li gundewarên Dêrazorê operasyoneke ewlehiyê li dijî şaneyeke veşartî ya DAIŞ’ê pêk anî.

Di daxuyaniya QSD’ê ev tişt hate gotin: “Yekîneyên me endamên şaneya terorîst dorpêç kirin û ji wan re got xwe radest bikin. Lê wan gule li şervanên me reşandin, hêzên me jî bersiv da û pevçûn çêbû. Di encamê de 2 serçeteyên ji şaneya terorîst hatin kuştin.”

Li gorî agahiyên ku QSD’ê li ser şaneyê kom kirine, şaneyê amadekariya êrişên li dijî Hesekê û gundewarên wê dikir.


Yorum Gönder

0 Yorumlar