Li herêman Zinane Artêşa Iraqê xwestin bikevin nuqteyek pêşmergeyan û pêşmergeyan red kir.
Li herêma Germiyan hêzên pêşmerge û Artêşa Iraqê li ser hinek mijarên ewlehiyê lihev civiyan, li gel redkirina daxwaza artêşa Iraqê negihîştin ti lihevkirinê.
Li bajaroka Zinane ya ser bi Kifrî ya Germiyan îro danê sibehê di navbera Artêşa Iraqê û pêşmergeyan de civînek pêk hat.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên pêşmergeyan hatine girtin, di civînê de piştî nirxdandina rewşa ewlehiya herêmê, hinek xwestekên Artêşa Iraqê hebûn, yek ji van xwestekan jî ew ku sêriyana Zinane, Qadirkerem û Xurmatû bi hevbeşî ji aliyê Artêşa Iraqê û hêzên pêşmerge ve were rêvebirin bû, lê pêşmergeyan red kir.
Herwiha di civînê de Artêşa Iraqê rexne li ser rêgirtina duh ya ku hêzek ewlehî û leşkerî ya di astek bilind a çûna herêmê hate zivirand hebû û pêşmergeyan ji di bersivê de gotine ku her hêzekî ku were li wir divê, ji berê wan agahdar bike û ew hêza ku duh hatî ji nişkan ve hatiye û pêşmergeyan gotiye ku weke mafê xwe dîtine, li gorî xwe danûstandinê li gel wan bikin, ji ber rewşa ewlehiyê ya herêmê vê dixwaze.
Herwiha di civînê de, Artêşa Iraqê ji zêdekirina hejmara nuqteyên pêşmergeyan nerazî bûye û pêşmergeyan jî diyar kirine ku ti nuqteyek nû nedanîne û tenê yên kevin nû kirine.
Li gorî agahiyên çavkaniyên fermandarên pêşmergeyan, di civînê de di navbera Artêşa îraq û pêşmergeyan de ti lihevkirin çênebûye û civîn bi dawî bûye.
Ji sala 2003’yan ve sêriyana Zinane, Qadirkerem û Xurmatû di bin kontrola hêzên Kurd de ye.

0 Yorumlar