Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê şehîdên Parîs û Silopyayê hatin bîranîn

Li Wargeha Mexmûrê, şoreşgerên jin ên komkujiya Parîsê Sara, Rojbîn, Ronahî û şehîdên Silopiyayê Sêvê, Pakize û Fatma bi sînevîzyonekî hatin bîranîn.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Şehîd Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatibûn qetilkirin û Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ku di sala 2016’an de li Silopyayê hatibûn qetilkirin, hatin bîranîn.

Bîranîn li Saziya Ciwanan bi tevlîbûna sedan şêniyên wargehê û bi deqeyek rêzgirtin destpê kir.

Piştî rêzgirtinê li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan, Endama Komîteya Malbatên Şehîdan Hezar Nerexî axivî. Nerexî di serî de tevahî şehîdên jin, di kesayeta Şehîd Sara de bibîr anî û got: “Em tevahî şehîdên şoreşê bibîr tînin. Bi saya wan şehîdan em heta vê astê hatine. Dema ku em dîroka Kurdan temaşe dikin, em dibînin ku bi komkujiyan re derbasbûne. Gelek rojên me hene ku em bibîr tînin û ev roj jî piranî rojên komkujiyanin. Çiqas komkujî û êriş dabin pêkanîn jî, dewlet tu caran negihiştine armancên xwe. Her tim pêşengên me hatine hedefgirtin. Bi saya PKK’ê û bi saya Rêber Apo, em ji mirinê zivirîn. Êdî em hene û xwedî hêzin. Heval Sara û rêhevên wê di tarîtiyê de ji bo me bûn çirûskên jiyanê. Em tevahî şehîdên tevgera jin bi minetdarî bibîr tînin û bejna xwe li ber keda wan ditewînin.”

Herî dawî sînevîzyonek têkildarî jiyan û têkoşîna şehîdên jin hate temaşekirin û bîranîn bi dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ bidawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar