Ticker

10/recent/ticker-posts

Hunermendên Mexmûrê: Kenê li ser rûyê me qetilkirin

 Endamên Stêra Zêrîn û Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê êrişên dewleta Tirk yên li ser Rojavayê Kurdistanê û bi taybet jî qetilkirina Hunermendê Kurd Bavê Teyar, bi tûndî şermezarkirin û bang li hunermendan kirin da ku li dijî êriş û komkujiyan li erk û berpirsyatiyên xwe rabin.

Armanc Herekol


Endamên Stêra Zêrîn û Navenda Çand û Hunerê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) têkildarî êrişên dewleta Tirk yên li ser Rojavayê Kurdistanê û bi taybet jî qetilkirina Hunermendê Kurd Cûma Xelîl ku weke Bavê Teyar tê naskirin, ji ajansa me re axivîn û êriş bi tûndî şermezar kirin.

‘Di nava şer û berxwedanê de dijîn’

Endama Stêra Zêrîn Hunermend Ruheyv Efrîn di destpêka axaftina xwe de êrişên li ser xelkê berxwedêr ên li Bendava Tişrînê, bi tundî şermezar kir û got: “Ev êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê bi me hemu gelê Kurd û dostên Kurdan re, êşek mezin daye çêkirin. Gelê me yê Rojava di nava şer û berxwedaniyek mezin de jiyan dike. Dewleta Tirk her roj zarok, ciwan û jinan qetil dike. Ya ku me têşîne, bêdengiya heyî ye. Cîhan ji vê hovîtî û komkujiyan re ker, kor û lale. Roj nîne dewleta Tirk xelkê me yê Rojava qetil neke. Em bi tundî van êrişan şermezar dikin.”

‘Gelê Kurd xemgîne!’

Ruheyv Efrîn di nava axaftinên xwe de bi minnet û rêzdarî Şehîd Cûma Xelîl ku weke Bavê Teyar tê naskirin bi bîr anî û bi van gotinan qetilkirina Şanogerê Kurd Bavê Teyar şermezar kir: “Dewleta Tirk a dagirker şanogerê Kurd û mamostayê me yê mezin Bavê Teyar qetilkirin, em bi tûndî vê komkujiyê şermezar dikin. Gelê Kurd xemgîne! Bavê Teyar ji bo gelê Kurd windahiyek mezine. Em wekî endamên Çand û Stêra Zêrîn ya Mexmûrê pir bi xemgînin. Divê hemu hunermendên Kurd ku niha li cîhanê belav bûne, li dijî van êrişan xwedî li erk û berpirsyartiyên xwe derbikevin.”

‘Bavê Teyar kenê li ser ruyê me bû’

Herî dawî Hunermend Ruheyv Efrîn bi van gotinan qala Şehîd Cûma Xelîl kir: “Bavê teyar bi salan, malovanî ji Kurdan re kir. Bi şano û hunera xwe bû kenê li ser ruyê me. Mamostayek mezin yê hunera Kurdî ye. Jiyana xwe ji bo hunera Kurdî derbas kir. Kenê li ser ruyê hemu zarokan bû. Lê mixabin hate qetilkirin. Ev êşek mezine ji bo me. Di şexsê Bavê Teyar de hunera Kurdî hate qetilkirin. Divê em wek hunermend xwedî li mîrateya wê derbikevin.”

‘Li hember HSD’ê nikarin şer bikin’

Li ser heman mijarê Endamê Navenda Çand û Huner a wargehê Hunermend Yûnûs Dag jî bertek û xemgîniya xwe ya ji ber êrişên dewleta Tirk ên li dijî Rojava anîn ser ziman û wiha nêrînên xwe bi me re parve kir: “Dewleta Tirk a dagirker her roj qaşo êrişên Îsraîlê şermezar dike, lê bixwe jî heman kiryarê li ser Rojava dide pêkanîn. Em vê yekî bi gotinek ya Kurdan dikarin bêjin; Şûjina di çavê xwe de nabîne, behsa derziya di çavê hevalê xwe de dike. Dewleta Tirk û çeteyên wê, nikare li hember hêzên HSD’ê şer bike, ji ber wê jî tola xwe ji gel dihilîne. Ev yek bê exlaqî û sûcê şere.”

‘Emê pênusa Bavê Teyar li erdê nehêlin’

Hunermend Yûnûs Dag jî qetilkirina Bavê Teyar bi tûndî şermezar kir û da zanîn ku hunera Kurdî hatiye hedefgirtin û wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Bavê Teyar ji salên 90’î heta niha ji bo hunera Kurdî kar kir û bavê gerîlayekî ye, malbatek ya me ya şehîdan bû. Kedek mezin ya Bavê Teyar di hunera Kurdî de heye. Bavê Teyar li ser Bendava Tişrînê li dijî êrişan di berxwedaniyê de bû. Ev yek tişta herî pîroze. Kesên weke Bavê Teyar bi nirx û bandora wê li ser civakê heyî, dibin hedefa dagirkeran. Ji bo ku Kurd negihijin serkeftinê, êrişî pêşengên me dikin. Em soz didin ku heta dawî li pey keda wê bimeşin û emê pênusa wê li erdê nehêlin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar