Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê çalakiya nobetê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, bi koma 101’emîn di roja 513’an de bi biryardariyek xurt didome.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) çalakiya nobetê ya ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de hatiye destpêkirin bi koma 101’emîn di roja 513’an de didome.
Merasîma dewrgirtinê li Saziya Ciwanan a Mexmûrê bi deqeyek rêzgirtina ji bo tevahî şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 100’an Hacî Nerexî axivî.
Hacî Nerexî di diyar kir ku ev çar salin tecrîdek girakirî li ser Rêber Apo ye û wiha peyîvî: “Ev tecrîda girankirî di kesayeta Serokatiya me de li ser tevahî gelê Kurde. Serokatiya me, îradeya me ya siyasî ye, em vê tecrîda girankirî ya ku di kesayeta Serokatî de li ser tevahî gelê Kurd tê pêkanîn bi tûndî şermezar dikin. Ti hêviyek ya me ji dijmin ne, hêviyên me hemû ji gelê Kurde hem li xwe û hem jî li Serokatiya xwe xwedî derbikeve. Bê xwestin emê pênc salan jî vê çalakiyê xwe berdewam bikin. Heta ku em Rêbertiya xwe bi awayek fîzîkî azad di nava xwe de nebînin, em dest ji van çalakiyên xwe bernadin.”
Çalakvanan çalakî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok jiyan nabe’, ‘Jin Jiyan Azadî’ dewrî koma 101 kirin.
0 Yorumlar