Bav û bapîrên me gotin; “Rih dibin bost lê neyar nabin dost” gotinekî pir raste, neyarên me ji bilî tinekirina me bi ti tiştekî din yê me şanabin. Ji bo tinekirina me tim di nava hewildanan de ne, ji bo em wek mirovan jiyan nekin çi ji destê wan tên dikin. Serkeftina xwe di tinekirina me de dibînin. Ji ber wê li her derê jî êrişî Kurdê azad tê kirin, her wiha qutkirina dengê azad armanca wan ya sereke ye. Baş dizanin azadiya jinê azadiya civakê ye, lewra bi derketina dengê jina azad re lingên wan direcifin.
Belê
rêzdarên hêja, hûn dibînin li her derê lez didin tinekirina Kurdê azad, Kurdê kole
û xwefiroş jî di afirînin. Pir balkêşe ku her roj êriş li ser Rojavayê
Kurdistanê berdewam dike. Rojane şehîd hene, hemû çavkaniyên jiyanê tên
tinekirin. Li kêleka wê em dibînin endamên ENKS’ê li ser çapemeniyê hevkariya
xwe ya bi dagirkeriyê re radigihînin. Heta yek ji wan dibêje; ‘ez çûm Efrîna
azadkirî û li wir çûm ser gorên şehîdên hevkarên dewleta Tirk û pêde diçe û dibêje;
‘her çiqas vê hêzê gelek endamên YPG’ê kuştibe jî, lê ji Kurdên weke me baş pir
hezdike.’ Ev gotina wî camêrî pir raste, li gel dagirkeran Kurdê herî baş,
Kurdê xwefiroş û bê exlaqe. Dagirker her roj li ser Kurdên azad komkujiyê
pêktînin, li kêleka wê jî ji Kurdên xwefiroş hezdikin, dirav û çekan jî radestî
wan dikin. Li Başûr û Tirkiyeyê wan ji bo xwefiroşiyê perwerde dikin.
Divê em
bizanibin neyarên gelê Kurd bi taybet dewleta Tirk bi şev û roj di nava planên
qirêj de ye û planên tinekirina Kurdan pir bi hostayî didin meşandin. Ji ber ku
gelê Kurd di meha Tebaxê de bi şerê xwe deng vedaye cîhanê, ji ber wê ev dû
salin li ser çapemeniya azad komkujiyan pêktînin. Lêxistina çapemeniyê û
hilbijartina endamên jin pir biwateye. Di dîroka komkujiya Şengalê de girtina
rexistinên girêdayî Êzidxanê de tê wateya berdewamkirina tevkujiya Şengalê. Ger
em bizanibin Ezdayetî rastiyek ya gelê Kurdistanê ye û ger em dibêjin;
‘azadkirina Kurdistanê bi azadiya jinê re pêkane’ wê demê emê bizanibin çima
bêdengkirina Êzidî û jinan armanca sereke ya dagirkeriyê ye. Li aliyê din
rêxistinkirina Melayên Başûrê Kurdistanê li hemberî civaka Êzidî û rêxistinkirina
Melayên weke Mele Abdullah li dijî jinan ne tiştek ji rêzê ye. Li gel
tevkujiyên fîzîkî, komkujiyên rewanî jî berdewame. Divê em weke Kurd vê rastiyê
bibînin û li hemberî wan dek û dolaban şiyar bin. Li her derî li hemberî
dagirkeran dengê xwe bilind bikin û hevgirtina di bin sêwana Kurdê azad de
bingeh bigirin.
Xwefiroş
neyarê herî mezin yê gelê Kurd û palpiştiya neyaran yên herî bi ewle ne. Xwefiroşî
bingehê bêrûmetiyê ye û berxwedan jî afrêneriya jiyanek azade. Em tevahî êrişên
dagirkeran bi tûndî şermezar dikin û hevkarên wan rûreş dikin û em dibêjin wê
ti hêz nikaribin vîna rêwiyên azadiyê bişkênin.
Mamoste
Şirîn Çetîn
0 Yorumlar