Ticker

10/recent/ticker-posts

Perwerdeya hunerî ya xwendevanên Mexmûrê bi dawî bû

Dewreya perwerdeya enstrumanan ya ku li Navenda Çand û Hunerê (NÇHM) û Navenda Stêra Zêrîn (NSZ) ev sê meh bûn hatibû destpêkirin, bi şahiyekê dawî bû.



Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) dewreyek a perwerdeya enstrumanan ya ku ev sê meh bûn li Navenda Çand û Huner û Navenda Stêra Zêrîn hatibû destpêkirin, bi şahiyekê dawî bû. Di perwerdeyê de nêzî 200 xwedevanan mezûn bûn.

Bername bi kombûna xelkê wargehê û xwedevanên dewreya perwerdeyê ya her dû navendan a li Parka Şehîd Aryen Cûdî bi sirûda Netewî destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê dewreya perwerdeyê Elîf Ronahî û Helena Babat axivîn.

Endama Navenda Çand û Hunerê Elîf Ronahî di destpêka axaftina xwe de spasiya hemû malbatên xwendevanan kir û got: “Dîmenê ku îro li Mexmûrê derketî pêş ji dijminan re bû besivek. Ev bersiv jî ewe ku dijmin çi dikin bila bikin wê nikaribin çand û hunera Kurdî tinebikin. Îro ya li vêderê encama perwerdeya sê mehan dîtine, germ dibûn, tî dibûn, aciz dibûn, bi rojan li ser hev dihatin lê dest jê nediberdan ev wek Mexmûrê ji bo me cihê serbilindiyê ye. Ji bo vê em ji malbatên xwendevanan hemûyan re spas dikin, ji ber ku yên hiştîn ev xwendevan perwerdeya xwe berdewam bikin hûn malbatên birûmet bûn.”

Elîf Ronahî di dewama axaftina xwe de balkişand li ser tecrîda li Îmraliyê û wiha axivî: “Ev nêzî çar salin agahî ji Rêbertiya me nayê girtin, dijmin bi her awayî dixwaze Tevgera Azadiyê têkbibe, lê wek hûn jî dizanin Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, hevalên li deşt û çiyan li ber xwe didin û kesên ku li hemberî êrişên ser çand û hunerê li ber xwe dide wê tecrîdê bişkînin. Em xebatên me yên sê mehan dayî meşandin, diyarî Rêber Apo dikin. Wek xelkê Mexmûrê em dibêjin êi dikin bila bikin wê nikaribin me ji Rêbertî qut bikin.”

Her wiha yek ji mamostayên Navenda Stêra Zêrîn Helena Babat jî têkildarî mezûnbûna xwendevanan axivî û û wiha peyîvî: “Em bi dîtina we gelek kêfxweşin, ev berhemê ku li pişt min sekinîn berhemê keda we malbatên hêjaye ku di van sê mehan de hem bi alîkariya we û hem bi ya me gihiştîn vê astê ye. Wek tê zanîn gelê Kurd li hemû deverên cîhanê dibin qirkirinek pir mezin de ye, emê bi hemû xebatên xwe yên çandî li beramberî van êrişan rawestin. Em di serî de vê berhemê diyarî Rêber Apo, tevahî şehîdên ku li ser vê rêya pîroz canê xwe fedakirî û tevahî gerîlayên serê çiyan dikin.”

Piştî axaftinanan, xwendevanan bi stranên xwe xelkê wargehê coşand. Herî dawî jî xwendevanên ku mezûnbûne belge girtin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar