Xelkê Wargeha Penaberan a Memxûrê ji bo şermezar kirina dagirkeriya dewleta Tirk a faşîzt ya li ser Başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK’ê meşiyan.
Xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Memxûr) ji bo şermezar kirina dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst ya li ser Başûrê Kurdistanê, hevkariya PDK’ê û bêhelwestiya gelê Başûr ya li hemberî dagirkeriyê meşiyan.
Meş li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîda destpê kir û heta ber avahiya Netewên Yekbûyî dewam kir. Di meşê de bênavber dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedan Gerîlayan’, ‘Bimire Xiyanet’ û ‘Tolhildan’ hatin qêrîn û posterên Rêber Gelê Kurd Abdulla Ocalan û dovîzên li ser ‘Li hemberî hevkar û dagirkeriyê bi ruhê şerê gelê şoreşgerî ser bixe’ ‘têkoşîna rizgariyê’ hatibûn rakirin.
Piştî ku meş gihişt ber avahiya Netewên Yekbûyî, ji aliyên xelkê wargehê ve daxuyaniyek hat dayîn.
Beriya ku daxuyanî were dayîn deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Azadiya Kurdistanê girtin. Piştî rêzgirtinê ji aliyê Hevserokê Dîwana Meclîsa Gel a Mexmûrê Elî Urek ve daxuyanî hat dayîn.
Elî Urek di destpêka gotinên xwe de dagirkeriya dewleta Tirk ya, hevkariya PDK’ê û xiyaneta PDK’ê şermezar kir û wiha got: “Em dagirkerî û xiyaneta heyî şermezar û rûreş dikîn. Em hemû jî dizanîn ji bo dewleta Tirk ya dagirker vê dagirkeriyê pêşbixe, xwestin dengê Rêbertî li ser gel qut bikin. Ji bo wê ev ji 4 salan zêdetir bi tu awayî agahî ji Rêbertî nehatiye girtin. Ji bo ev dagirkerî pêşnekeve, gerîlayên azadiya Kurdistanê berxwedanek bêhempa dikin. Dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê bi hevakariya çerdevanan û li Başûrê Kurdistanê jî bi hevkariya Malbata Barzanî dest bi dagirkeriya Kurdistanê kiriye. Êdî Malbata Barzanî asta xiyanetê jî derbaz kiriye û radestî dewleta Tirk bûye. Ji bo ev dagirkerî pêşnekeve, em beriya hertişî bang li hikumet û gelê Iraqê dikin ku pêşî li dagirkeriya heyî bigirin û xwedî helwest bin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedana Gerîlaya’ û ‘Bimire Xiyanet’ bi dawî bû.

0 Yorumlar