Niha rewşa Serokatî ger mirov ne tenê wek civaka Kurd, weke tevahî civaka Ewropa û cîhanî li rol û misyona Serokatî binere wê bibîne ku ew bi fikira xwe, bi xeta xwe ya netewa demokratîk êdî ne tenê di nava gelê Kurd de û ne tenê dostên Kurdan, di heman demê de li Rojhilata Navîn ji Emerîkaya Latîn bigire heta Ewropa û hemû deveran her kes pêşketinekî mezin dide vî fikirî. Herî dawî kampanya azadiya Rêber Apo ku gihiştiye astekî çiqasî mezin, ev asta herî mezin ya ku bi xwe re tîne ne tenê ji ber ku Rêberê Gelê Kurd e. Ji dîlgirtina Birêz Ocalan heta îro ku bi salane di nava çar dîwaran de ye, fikirê xwe bi rêya pirtûkên xwe hemû civak agahdar kiriye û pirtûkên wî ji bo tevahî civakê wekî ilmekê lêhatiye.
Ew fikir
em dibînin ku ne tenê ew pirtûkên ku hatine nivîsandine, wekî ilmekê îro bi
gelek zimanên biyanî jî hatine wergerandin û belavkirin, ev bixwe jî
felsefeyeke. Ne tenê wek Rêberê Kurdan, her kes wî wekî fîlozofekî jî ji xwe re
dibîne ji ber wê yekê rol û misyona Birêz Ocalan ne tenê wek Rêberê Gelê Kurd,
di heman demê de kesayetekî ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û ji bo
nûnertiya di hatina pêvajoya aşîtiyê ya 2013 û 2015’an de jî ku çiqasî
girîngiya wê hebû, çiqasî rol û misyona Rêbertî mezin bû ne tenê gelê Kurd,
hemû cîhanê dît. Belkî heta wê demê Rêber Apo xwe bi gelê Kurd dabû qebûlkirin,
lê em dibînin êdî Birêz Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelek dostên
Kurdan yên ku li ser vê felsefeyê û vê xetê diparêzin, vêya ji xwe re wekî
fikirekê dibînin. Em dikarin vêya jî bêjin; dema pêvajoya Korona hatî
destpêkirin, li Ewropa jî bû sedemê lêgerînekî nû. Civaka li Ewropa, li Elmanya
û gelek welatên din jî di nava lêgerînekê de bû, lêgerînekî ku xwe bibînin,
fikirekî azad, jiyanekî azad dikare bide jiyankirin û li ser wê bide meşandin. Ji
ber vê yekê jî ev xet, ev felsefe û ev fikir êdî bûye fikirekî navnetewî.
Divê em ji
bîr nekin di dema pêvajoya aşîtiyê de, nameyên Birêz Ocalan li Amedê hatin
xwendin. Hevdîtina ku ji Osloyê hatî destpêkirin, em dikarin bêjin di pêvajoya
2013 û 2015’an de ne tenê ji bo gelê Kurd û Tirkiyeyê, ji bo hemû cîhanê jî
kelecanek da nîşandan. Em hemû jî dizanin dema 2013’an li Amedê peyama Birêz
Ocalan hatî xwendin, hemû ragihandina Tirkiyeyê jî libendê bûn ku wê peyamê
bibihîzin. Di pêvajoya aşîtiyê de peyama Rêbertî ku hatî xwendin, hem Ewropa,
Sefîrên Ewropa û hem jî gelek welatên din we pêvajo silav kirin, her kesê xwe
di wê pêvajoya aşîtiyê de dît, her kesê rol û misyona Rêbertî dîtin. Em ji bîr
nekin wezîrên Tirkiyeyê bixwe yên AKP’ê yê wê demê jî ketibûn rêzê ku her yek
ji Serokatî re silavekî bişîne, ev mezinatî û fikir tiştekî wisaye. Ji bo
çareserkirina pirsgirêka Kurd ku hikûmeta AKP û MHP ya faşîst bi salane her tim
dibêje me ha qedand ha qedand, lê me dît her ku diçe ev hêz û têkoşîn mezintir
dibe. Ev hêz, berxwedanî û têkoşîna ku mezin dibe bi fikirê Serokatî mezin dibe.
Di qada siyasetê de, di qada civakî û hemû beşên civakê de, ji xweparastinê
bigire heta jiyana azad, di hemû beşan de ev têkoşîn û ev ruh berxedaye. Em
dikarin bêjin ev ruh belkî bi çend kesan destpêkiribe, lê îro bûye îradeya bi
milyonan mirovan. Ev îrade, xwe nîşanda ku nûnertiya Kurdan ji bo çareserkirina
pirsgirêka Kurd kî dikare bike? Li Îmralî Birêz Ocalane.
Hevdîtinên
ku di vê pêvajoya aşîtiyê de ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd hatibûn
meşandin, hemû hewildan û siyaseta ku hatî kirin li wir hat nîqaşkirin. Her
wiha gavên ku hatibûn avêtin, hemû jî fikirê Birêz Ocalan, fikirê ku dikare
hemû civakan bi xwe re bîne gel hev bû. Ev pêvajoya aşîtiyê, fikirê Serokatî û
rêbazên çareseriya wî bixwe, mirov dikare bibêje çareseriyekî ji bo hemû
pirsgirêkên di Rojhilata Navîn de ye jî. Serokatî di hevdîtina xwe ya dawî de
gotibû; “Ez amademe ku mijara Kurd di nava hefteyekê de çareser bikim” lê
Erdogan bi êrişekê got, ‘pêvajoya aşîtiyê di dolaba qeşayê de ye.’ Esas
topyekûn hedefgirtina gelê Kurd û destkeftiyên gelê Kurd bû, di vê çarçoveyê de
jî hemû êriş û siyaseta xwe ya dagirkirinê berfireh kir. Em dikarin bêjin,
hedefên wan ne tenê Mexmûr, Rojava, Şengal yan jî Bakûrê Kurdistanê ye, li her
derê êrişên xwe xurtirkirine. Bi tank û topan ketina nava bajaran ne tesadûfî
bû. Bi dagirkirina Serê Kaniyê, Efrîn û Girê Spî jî bixwe nîşanek bû. Ew bixwe
xeta şer diparêzin, fikirê Rêbertî jî ji bo çareserkirinê têkoşîn û berxwedanî
bû. Ji ber wê îro Erdogan ji bo hemû destkeftiyên Kurdan ji destê wan derbixin,
siyaseta qayûman li Bakûrê Kurdistanê dimeşîne. Em dikarin bêjin bi xeta
enerjiyê ji Memxûrê heta bigihîne Rojava û Şengalê, li hemû deverên ku dixwazin
destkeftiyên Kurdan bixin xeteriyê, li vê derê xwe nîşan dide. Ev nîşaneya wan
jî peyameke ku dijminatiya wan bi hemû tiştên ku bi gelê Kurd ve girêdayî ye heye.
Li beranberî wê çiqasî êriş kirin, tevgera azadiyê jî ewqas mezin bû, bi fikirê
Serokatî, bi fikirê Netewa Demokratîk ku îro bû nimûneyek û çareseriyek ji bo
hemû pirsgirêkên di Rojhilata Navîn de û ev krîza ku heyî jî bi wê ve girêdaye.
Ev tecrîda
giran ya ku îro li ser Rêbertî tê meşandin bi komploya nevnetewî ku destpêka wê
jixwe peyamek bû, ji ber ku nedixwestin pirsgirêka Kurd çareserbikin ji ber wê
tevgera azadî û Serokatî hedefgirtin. Her peyamekî Birêz Ocalan dikare her
tiştekî bide guhetin, ew jî naxwazin vêya bibînin, ji ber vê ewqasî êriş dikin
û dixwazin dengê Serokatî qût bikin da ku ne axive. Esas ev bixwe nîşan dide ku
dewleta Tirkiye di krîzekî çiqasî mezin de ye, nîşandide ku ji komploya
navnetewî heta îro bi destê Ewropa û welatên ku naxwazin pirsgirêka Kurd
çareser bibin, zêdetir dixwazin pirsgirêka Kurd di nava şer de berdewam bike.
Tenê bi gotina em bi gûmanin, ev pirsgirêk nehatin çareserkirin, ev pirsgirêk
Kûrtirbûn. Bazirganiya di navbera Ewropa û Tirkiyê de pirsgirêka Kurd kirin qûrban
û tecrîdkirina li Îmraliyê bêdengiya CPT û ya Konseya Ewropa erêkirina vê
siyasetê dike. Em baş dizanin ku ev pirsgirêka li Îmralî û neçareserkirina
pirsgirêka Kurd jî pisgirêkekî navnetewî ye, ji ber ku her kes li ser
berjewendiyên welatên xwe dixwazin bi Tirkiyeyê re bazirganiyê bikin. Neçareserkirina
pirsgirêka Kurd kûrkirina tecrîdê jî mezintir dibe, ji ber vê yekê Ewropa jî
îro berpirsyarê vê yekê ye ku pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin. Birêz Ocalan
dikare vê pirsgirêkê çareser bike, lê ew naxwazin dengê Birêz Ocalan ji Îmralî
derkeve, ji ber wê yekê ewqas zextan dikin. Lê krîza ku îro Tirikiye têdeye, yek
ji sedemên wê neçareserkirina pirsgirêka Kurd û kûrkirina tecrîdê ye. Ji ber wê
jî divê em baş bizanibin tam di vê demê de ku em bixwazin pirsgirêka Kurd
çareser bibe, rol û misyona Birêz Ocalan bi rakirina tecrîdê re, bi azadiya
Birêz Ocalan re pirsgirêka Kurd jî çareser dibe. Em ji bîr nekin di van sê
salên dawiyê de kampanya ji bo azadiya Rêber Apo di asta navnetewî de, ji
Emerîkaya Latîn, Kanade bigire heta Ewropa ji sendîkayên Birîtanî bigire heta
yên Rojhilata Navîn ji bo azadiya Serokatî ‘Dem Dema Azadiya Birêz Ocalan e’ ku
di vê pêngavê de heta niha Kurd bixwe bûn, lê îro dostên Kurdan azadiya
Serokatî dixwazin. Ev neçareserkirina pirsgirêka Kurd ez dixwazim bi vê yekê ve
girêbidim, ew dibêjin çiqasî tecrîd kûrtir bibe, wê ewqasî Îmralî bêdeng be, neçareserkirina
pirsgirêka Kurd em dikarin bi şer û siyaseta dagirkirinê krîzê hîn mezintir
bikin. Ji ber vê yekê jî her kes baş dizane ne tenê Kurd û dostên Kurdan, îro
her kes ji bo azadiya Rêber Apo, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd Îmralî
destnîşan dikin. Ji ber vê yekê jî ev kampanya çiqas mezin dibe, çareserkirina
pirsgirêka Kurd dikeve rojevê û girankirina tecrîdê jî bi xwe re kûrtir dike.
Lê ez di wê baweriyê de me ku emê bi têkoşîn û berxedaniya herî mezin vê
tecrîdê bişkênin û destê Rêbertî jî xurtir bikin, wê ji bo çaresrkirina
pirsgirêka Kurd jî bibe bersiv û çareseriyekî herî mezin û ev jî bi destê Birêz
Ocalan dikare pêkwere.
Feleknas
Uca

0 Yorumlar