Bersivên Gel:
-Zordarî ye.
-Talankirin e.
-Windabûna pêşeroja zarokan e.
-Rûniştina li ser keda kesek din e.
-Yên beramberî xwe tine hesibandin e.
-Dizî ye.
-Tinekirina hebûnê ye.
-Destserkirin e.
-Talankirina xwezayê ye.
-Qirkirina çandê ye.
-Ya ku her roj di Kurdistanê de tê jiyankirin e.
-Faşîzm e.
-komkujî ye.
-Koçberkirin e.
-Sepandina daxwazên xwe ye.
-Tine hesibandina civakan e.
Peyva
dagirkerî ji koka Peyva dagirtî yan jî tijî kirinê tê, bi zeliqandin pêveka ‘ker’
re jî wateya dagirkerî yan jî bi darê zorê tijî kirina cihekê dide. Ger em bên
ser mijara peyva dagirkerî ku bingehê xwe ji ku digre, pêwîste em lêkolînek baş
têkildarî jiyana mirovahiyê bikin. Di lêkolîn û lêgerînên hatî kirin de
derdikeve holê ku ne di xwezaya mirov û zindiyan de, ne jî di gerdûnê de dagirkerî
yan jî bi darê zorê ferz kirina hişmendiyê tine ye. Gelo dagirkerî çima û ji
ber kîjan sedeman derket pêşiya mirovan û îro bûye belaya mirovahiyê? Beriya vê
hesta kembax ya dagirkeriyê di mirovan de pêşbikeve, mirovan jiyanek aram û
wekhev jiyan dikirin. Ne ti kesê destwerdana keda ti kesê dikir, ne jî ti
qilanan destwerdana keda ti qilanek din dikir. Lê piştî pêşketina hêza zêde ya aborî,
di mirovan de hestên dagirkirin û destwerdana keda mirovan jî pêşket. Her ku ev
hest zêde bû, dagirkerî jî mezin bû. Êdî her mirovek ji bo serwerî û
desthilatdariya xwe pêşbixe, dest bi dagirkeriya darê zorê kirin. Dagirker kes
yan jî dewletên ku bi darê zorê cih, herêm, bajar yan jî welatekê desteser dike
ye. Yan jî bi gotinek din kujerên zarok, jin, kalemêr, pîrejîn, jinên dûcanî,
kujerên xweza û dîrokê ne û vê yekê bi bê wijdanî dikin. Hemû dagirker li ser mêzeyekê
kom dibin, plana qirkirin û bişaftina kokên gelên resen dikin.
Dagirkerî
hestek yê qirker û bişaftina gelan ku xwe li ser hesabê gelan ava kiriye û
mezin dibe ye. Li ser bingehê pêkanîna komkujî, qirkirinên çandî û binesaziyên gelan,
li dijî gel, herêm, xweza, zarok û jinan pêktîne. Piştî dagirkeriyê, ji bo
herêm û welatên hatine dagirkirin bikin malê xwe, dest bi guhertina demografiya
herêmê û ferzkirina sîstema xwe ya xwendinê dikin. Bi guhertina navên gundan,
qad, avahî, kolan û cihên sereke yê wê herêm yan jî wî welatî dest bi guhertina
demografiyê dikin. Li kêleka vê jî ji bo gelên herêmê neçarî xwe bikin qetilkirin,
revandin, êşkencekirin û tecawîzkirina jinan pêktînin û civakê di aliyê exlaqî
de dixin. Ev plan di serî de bi armanca guhartina demografiya herêm û
rewakirina dagirkirinê ye. Ji derveyî sûcên eşkere, gelek sûcên xeternak ên
piştperdeyê jî heye ku dewletên desthilatdar dixwaze xwe li ser welatên
dagirkerî ferz bikin hene.
Ger di
roja îro de em welatên ku ji aliyê desthilatdariyê ve hatine dagirkirin bi nav
bikin, dibe ku em navê bi hezaran welatên hatine dagirkirin bidin. Gelek ji wan
welatan piştî dagirkeriyê ji aliyê hêzên dagirker ve hatine tine kirin û di
nava rûpelên dîrokê de tenê wek nav mane. Mînaka herî ber biçav jî welatê me
Kurdistane ku axa me ji aliyê hêzên dagirker ve bi armanca tinekirina hemû
destkeftiyên gelê Kurd rastî êrişan tê. Destkeftiyekî gelê Kurd li kîjan
parçeyê Kurdistanê û devera cîhanê hebe, dewleta dagirker ji bo têkbirina wê
destkeftiyê bi hovane êrîş dike. Her mirovê ku kêm zêde ji dîrok û siyasetê fêhm
dike, dizane ku ev tevgera dagirkeriyê bi armanca têkbirina destkeftiyên gelê Kurd
tê kirin. Êrişeke mezin li ser maf, azadî, jiyan, rûmet, ax û welatê me heye.
Bêdengiya li hemberî vê dagirkeriya li ser axa Kurdistanê tê kirin, hevkariya
bi dagirkeriyê re ye. Pêwîste em wek gelê Kurd li hemberî vê dagirkeriya tê
kirin xwedî hewlest û bertekên tûnd bin.

0 Yorumlar