Şêniyên Wargeha Mexmûrê hevkariya PDK’ê ya bi dagirkerên Tirk re û bêbextiya Iraq, MÎT û PDK’ê ya bi navê ‘destê PKK’ê di şewatên li Başûr de heye’ bi tûndî şermezar kirin û bang li gelê Kurd û Ereb kirin da ku bêdengiya xwe bişkînin û rabin serhildanan.
Armanc Herekol
Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) dagirkeriya dewleta Tirk û bêbextiya Wezareta Navxweyî ya Iraq, MÎT û PDK’ê ku gotibûn, ‘şewatên li parêzgehên Kerkûk, Hewlêr û Dihokê ji aliyê komek PKK’yî ve hatine pêkanîn’ bi tûndî şermezar kirin.
‘PDK her roja ku diçe hîn zêdetir xwe qirêj dike’
Taybet Mijinî ku dayîka du şehîdane, di destpêka axaftinên xwe de hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir û wiha hêrsa xwe anî ser ziman: “Em destpêkê berxwedan û çalakiyên gerîlayan ji dil û can silav dikin. Wan xwe fedayî axa Kurdistan û Rêber Apo kirine. Dewleta Tirk li kûderê Kurdekî bibîne êriş dike. Êrişên dagirkeriyê van rojan zêde bûye. Gelê Başûrê Kurdistanê bêdenge û PDK hevkariyê dike. Çima gelê Başûr bêdenge, ma vê yekî nabînin? Rojane êrişî gund û bajarên Kurdistanê dikin. Di van rojên dawî de leşkerên Tirk her roj êrişî gund, navçe û bajarên Başûr dike. Zevî û lawirên gundiyan dişewitînin. Gelê me qetil dikin. PDK jî hevkariya wan dike. PDK her roja ku diçe hîn zêdetir qirêj dibe. Divê gelê Kurd rabin ser lingan, ma heta kengê emê bêdeng bimînin? Heta kengê emê çavên xwe ji van êrişan re bigirin?”

‘PKK’ê ji bo parastina Iraqê bi sedan şehîd dane’
Taybet Mijînî di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser bêbextiya Iraq, MÎT û PDK’ê û wiha behsa rastî û heqîqeta PKK’ê kir: “PKK gelê Iraq û Başûrê Kurdistanê ji êrişên DAIŞ’ê parast û niha jî ji êrişên Tirkiyeyê diparêze. PDK jî li pêşiya dagirkeran dikeve û dixwaze Başûr û Iraqê radestî Tirkiyeyê bike. Her roj Tirk baragehan çêdikin. Çend caran li Dihok, Kerkûk û Hewlêrê dikan û sûk hatin şewitandin. Komek nijadperestên Tirk ev şewat girtin ser xwe. Lê rûxmê wê jî Iraq bi manîpulasyonên MÎT û PDK’ê bêbextiyan li PKK’ê dike. Em van bêbextiyan qebul nakin! PKK’ê ji bo parastina Iraqê sedan şehîd dane, bila ev neyê ji bîr kirin.”
Herî dawî Taybet Mijinî bang li gel, siyasetmedar û parlementerên Başûr û Iraqê kirin da ku rastiya van bêbextiyan derbixin holê û rûyê qirêj yê MÎT û PDK’ê eşkere bikin.
‘PKK diparêze, MÎT-PDK dişewitîne’
Li ser heman mijarê şêniyê bi navê Hacî Nerexî jî di destpêkê de bêbextiya MÎT, PDK û Iraqê ya li PKK’ê kirî weke senaryoyek çêkirî binav kir û wiha anî ziman: “MÎT û PDK’ê, Iraq jî kir şîrikê xwe û bêbextiyek li PKK’ê kirin, em vê yekî şermezar dikin. Ev leyîstokek ya MÎT û PDK’ê ye. Ev bêbextiyek hatî amadekirîne û komployeke. Ji ber ku hemû kes dizane, PKK van kiryaran nake û diyare kî wisa kiriye. PKK diparêze, MÎT-PDK dişewitîne. PKK’ê çawa Iraq û Başûrê Kurdistan ji DAIŞ’ê parast, niha jî ji dewleta Tirk diparêze. PKK hêviya gelên bindest û civakê ye. Kesên dikanên wan hatine şewitandin bi xwe jî dizanin PKK tiştek wisa nakin.”

‘Ji xiyanetê re bese!’
Hacî Nerexî di dawiya axaftina xwe de qala havkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re kir û ev bang li gelê Kurd û Ereb kir: “Dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê, Başûr û Iraq dagirkiriye. Divê gelê Ereb û Kurd bêdeng nemînin. Amêdiyê ketiye destê Tirkan de, çima Iraq pêşiya wan nagire? Îro PKK xilas bibe, wê sibe PDK û YNK jî xilas bibe. Divê gelê Kurd wan dagirkeran ji Amêdiyê bavêjin û ji xeta xiyanetkar re bêje bese!”
.jpg)
0 Yorumlar