Bersivên gel:
- Wijdan
e.
- Çande.
- Nasname
ye.
- Rêgez e.
- Pîvan e.
- Dîrok e.
- Bê exlaq
jiyan nabe.
- Ya ku me
ji dijmin cuda dike ye.
- Em bi
xwe ne.
- Taybtemendiya
mirov e.
- Çanda
civaka mirov e.
- Hebun e.
Gotina
exlaq bi koka xwe Erebî ye û ji gotina “xulq”ê tê. Bi wateyên xûy, xweza,
tebîet, xisletê tê bikaranîn. Di Latînî de jî li şûna wê gotina “Mores” tê
bikaranîn. Ev gotin jî tê wateya “lihevkirinê”, “pratîkê”, “kodên nêzîkatiyê”,
“karaktera kesekî-kesekê yan jî karaktera komê.” Yanî li gorî vê yekê dema
exlaq tê gotin berêpêşî tişta jê bê fêmkirin rêzikên xwezayî ne ku di encama
lihevkirinên civakî de derdikevin holê û ew karakter e ku bi rêka van çêdibin.
Rêber Apo, exlaq wekî “hafizaya polîtîk a civakê” jî pênase dike. Halê bi sazî
û kevneşopî yê polîtîkayê, terzê biryardana karên esas ên civakê, terzê
pratîzekirina karên plankirî wekî exlaq pênase dike.
Exlaq
yekser girêdayî xebat, karkirin û jiyanê ye. Rêber Apo, di paraznameya
‘Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk’ de, di beşa ‘Çarçoveya
Têgînî û Teorîk’ de bi van nirxandinan mijara ‘Exlaq’ ronî dike: “Mirov dikare
exlaq weke şêweyê polîtîkayê yê ji rê û resmê dîrokî yê bi sazîbûyî bide
naskirin.” Polîtîka zêdetir rojane bi roleke bergirî, xwedîkirin û afirîner
radibe, exlaq jî bi hêza bi pîvan û bi sazî ya rê û resmê ji civaka heyî re
heman xizmetê dike. Mirov dikare exlaq ji bo civakê weke hafiza polîtîk jî
qebûl bike. Civakên ji exlaq bûne yan jî ji exlaq mehrûm bûne, hafiza xwe ya
polîtîk ji dest dane ango hêza wan a pîvan û saziyên ji rê û resmê qelsbûye, ji
dest dane.
Ev jî tê
wê wateyê ku civak ji xweparastinê mehrûm maye, li her cure kirinên ji hundir û
derve yên asîmîlasyonîst, mêtinkar û zordestiyê hatiye vekirin. Pêkhateyên
dewletan û sîstemên desthilatdariyan timî exlaq dirizînin û li şûna exlaq ji
jor ve îradeya xwe ya huqûqî ya yekalî (şêweyê exlaqî yê serdestan) ferz dikin.
Sedema bingehîn a vê kirina wan ew e, xwe neçar dibînin ku xwerêvebirin û
polîtîkaya civakê hilweşînin û wê ji aliyê avahî û dewamî ve li mêtinkarî û
rêveberiya desthilatdariyê vekin. Civakeke bi hêz xwedî li exlaqê xwe derkeve,
bi hêsanî stûyê xwe li ber mêtinkariya eşkere û desthilatdariyê xwar nake.
Rewşa exlaq a herî neyênî, paşverû û hov ji bo civakekê, ji rêveberî û huqûqa
herî pêşketî ya desthilatdarî û dewletan baştir e. Li cihekî civaka exlaqî û
polîtîk hebe, li wir desthilatdarî û dewlet tewşin û dibin barekî giran ku
mirov nikarin xwe lê ragirin. Civakek çiqasî polîtîk û exlaqî bibe, ewqasî
demokratîk, azadîxwaz û wekhevîxwaz dibe ango li îstîsmarkariya yekdestdariyên
sermaye û elîtên desthilatdariyê tê girtin û dibe têkoşer, li ber xwe dide.
Civaknasiya
îlhama xwe ji lîberalîzmê digire polîtîkayê dadixe asta demagojiyê. Nexasim
partiyên ku prototîpa dewletê ne weke navgînên demagojiyê bikartîne. Ev yek ne
tenê xirabiyeke mezine û li ser navê zanistê xiyaneteke bi zanistê re ye, ji
ber ku ji bo ji yekdestdariyên mêtingerî û desthilatdariyê re xizmet bike
mîsyoneke bi vî rengî ji zanistên civakî re hatiye dayîn. Wekî ku ji vir jî tê
fêmkirin; sîstemên desthilatdariyan û pêkhateyên dewletan ji bo ku civakê bêyî
parastin bihêlin êrişî exlaq dikin. Li dijî her cure êrişên rizandina exlaq,
yek ji erkên sereke ya Hêzên Modernîteya Demokratîk jî parastin û pêşdebirina
exlaq e.

0 Yorumlar