Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 26 salin di bin şert û mercên herî xirab û tecrîda girankirî de tê ragirtin. Li gorî qanûnên dewletan mafê her girtiyekê heye ku malbat, parêzer û şandeyên mafên mirovan hevdîtin pêre bikin, lê ev maf nayê dayîna. Rêber Ocalan ruxmê ku ev 26 salin di girtîgehê de tê ragirtin, mafê hêviyê nayê dayîn û ev çar salin bi ti awayî ne dihêlin malbat û ne jî parêzer biçin hevdîtinê. Ev yek rê li ber nerazîbûnên gelê Kurd û dostên wan vekiriye. Li her derê Kurdistanê û derveyî welat Kurd û dostên xwe di nava çalakiyan dene.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî ji 20’ê Tîrmeha 2023’an ve çalakiyek ya nobetê hatiye destpêkirin û heta niha jî didome. Dayê Xanê ya 76 salî ku ji destpêkê ve bi biryardariyek xurt di çalakiyê de cihê xwe digire, ji ajansa me Rojnews re axivî.
‘Em dixwazin bibin bersiv’
Dayê Xanê ku saleke di çalakiya nobetê ya li wargehê de cih digire, wiha behsa çalakiya xwe dike: “Ez destpêkê silav û heskirinên xwe ji bo Rêber Apo, girtiyên zindanan, gerîlayên serê çiyan ku di tunelan de li ber xwe didin re pêşkêş dikim. Ev çalakiyên ku em li wargehê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî dimeşînin, gel hemû beşdarbûna xwe jêre çêdikin. Em dixwazin ev çalakiyên bi vî awayî ji Rêbertî re bibin bersiv, ji ber ku êdî dem dema azadiya fîzîkî ya Serokatiye. Ev 26 salin Rêbertî bi tenê li zindanê de tê ragirtin, ne parêzer, ne malbat û ne jî şandeyek serdana Rêbertî nekirine. Ev çar salin em bi ti awayî agahî ji Rêbertî nagirin. Em nizanin rewşa wî çawaye, me gelek bêriya Rêbertî kiriye. Kes bê serok nînin, mînak dema 3-4 mal li cihekê bicih dibin, mixtarekê di nava xwe de dihilbijêrin da ku bikaribin pirsgirêkên xwe çareser bikin û pêwîstiyên xwe pêşwazî bikin. Me jî Rêber Apo hilbijartiye, ewe Serokê me û em ti serok din qebûl nakin. Dixwazin Rêbertî, gerîla û gel ji hev qutbikin, em ne ji gerîla û ne jî ji Serokatî qutdibin.”
‘Em Serokê kesê naxwazin’
Her wiha Dayê Xanê diyar kir ku divê dewleta Tirkiye êrişên li ser gerîla rawestîne, ev xwîn êdî bes bê rijandin û wiha pê de çû: “Ev êrişa ku li ser Serokatî, li ser me û gerîla jî tê meşandin. Naxwazin serok ji nava Kurdan rabin, çima serok ji nava Kurdan nerabin? Em jî mirovin, em jî serokê xwe dixwazin û serokê kesê naxwazin. Di van demên dawî de Erdogan bi xwe digot, tecrîd li ser Îmralî nîne. Ne rast dibêje, eger tecrîd nîne çima malbat, parêzer û şande nikarin biçin hevdîtina Rêbertî? Em vê yekê qebûl nakin, xwîn dirije, mirov tên girtin û winda dikin.”
‘Rêbertî me ji tarîtiyê anî ronahiyê’
Dayê Xanê di dawiya axaftinên xwe ev bang kir: “Ez bang li gelê Kurd bi taybet jinan û tevahî gelên cîhanê dikim ku her kes rabin ser lingan û vê tecrîdê bişkînin. Ji ber ku Serokatî em ji tinebûnê anîn hebûnê, ji tarîtiyê anî ronahiyê, ji bin çimento derxistin û zanist da me. Ji bo vê jî ez wekî dayîkekê ji bo Serokatî tişta ku bikeve li ser milê min ezê pêkbînim.”

0 Yorumlar